Serok Barzanî pileya serbazî bi Arîn Mesrûr Barzanî bexşî
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Îlonê pileya serbazî “Milazim” bi Arîn Mesrûr Barzanî bexşî.
Roja 9ê Tebaxê, xwendekarên navdewletî yên xula 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane, medalyaya temamkirina meşq û rahênanê wergirtin ku yek ji wan jî Arîn Mesrûr Barzanî bû, ku di nav 233 kesan de medalya jê re tê pêşkêşkirin, ku sembola Şahê Brîtanyayê li ser e.
Ev du sedsal in ku Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane hatiye damezrandin, li jêr navê xizmetê bike heta serkirdetiyê bikî. Li wê akademiyê çend awayên korsan hene, ji wan jî korsa demkurt ku heşt heftiyan vedikêşe û korsa demdirêj ku 44 heftiyan vedikêşe.
Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî ya Şahane kolîjeke serbazî ya kevn a Brîtanyayê ye, ku li sala 1802ê hatiye damezrandin, herwesa yek ji akademiyên serbazî yên navdar ên Brîtanyayêv ye û wekî navendeke destpêkî ya meşq û rahênanên efserên artêşa şahane ya Brîtanyayê tê hesibandin.