Nezîr Palo: Helbest nîgarkirineke bi peyvan û hestdariyeke kûr e
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêwiyê peyv û pênûsê ye, ji xweşî û xemgîniyê, şahî û êşê re dinivîsîne, evîna xwe ya ji ax û welat re di dilê xwe de hildigire û bi gavên çespandî rêya xwe dajo. Kêşeyên welêt, têkçûn û xewnên gelê xwe dizane, vêca bi peyv û hestên xwe me ber bi hêvî û ronahiyekê ku divê li me hilê dibe, ew jî helbestvanê Kurd ê ji Efrînê, Nezîr Palo ye.
Hebbestvan Nezîr Palo ji gundê Hec Xelîl ê Efrînê ye. Zanîngehe Helebê di sala 1984an xwendina xwe bi serî kiriye. Di sala 1983 wî û çend hevalên xwe Koma Armanc ya muzîkê damezirand. Ji ciwaniya xwe ve helbestan bi zimanê kurdî û erebî dinivîsîne. Sala 1997an, berhevokek helbestê bi zimanê kurdî bi navê “Qîrîn” çap kir, berhema xwe ya duyem jî “Bêhnxweşiya Jinekê” bi zimanê kurdî û erebî di sala 2024an de çap kir. Nezîr Palo ji sala 1998an ve, koçbarî Almanyayê bûye, û li bajarê Bonn ê dijî.
Yekemîn gavên te li ser rêçên wêjeyê û peyvên xweş û ronak kengî bû û çawa dest pê kirin? Bandora kîjan helbestvanan li ser te hebû?
Di ciwaniya min de, min li dastan û stranên kurdî guhdar dikir, bi rêya wan min pir ji zimanê kurdî hez kir, ji ber qedexbûna zimanê me jî, meraq û dilxweziyek bi min re çêbû ku ez xwe fêrî zimên bikim.
Nivîsa kurdî gelekî bala min dikşand û bi taybet helbest. Min bi hezkirin û kûranî xwe mijûlî xwendina helbestê kir, hem bi kurdî û hem jî bi erebî.
Di salên 80ê yên sedsala borî de tu di nava koma Armanc a hunerî de bûyî, te gotinên hin stranên komê nivîsandin, tu dikarî ji me re behsa ezmûna xwe ya di komê de bikî û bandora wê li ser te çi bû?
Koma Armanc despêka mijûlbûna min a bi huner û helbestê re bû. Endamên komê bi hev re li ser helbjiartina helbestan ji bo em bikin stran radiwestîn, her wiha em bi hev re di nivîsandina hin stranan de mijûl dibûn.
Lê di kasêta 5 û 6 de gelek stran ji nivîsên min in. Lê mixabin ew her du kesêt biser neketin, ji ber tomarkirna wan gelekî qels bûn.
Ji bilî koma Armanc, gelek helbestên we ji aliyê hejmarek ji hunermendên din ên Kurd ve bûn stran û hatine gotin. Tu rola helbestê di bilindkirina asta stranan de çawa dinirxînî, bi taybet ku peyv, ji hêmanên sereke yên her stranekê ne?
Helbest an em bêjin peyvên stranê, gelekî pêwîst e ku stran biser bikeve û xweşbûnê û berdewamiyê bide stranê, bêgûman divê ku awaz û dengê stranbêj jî xweş bin.
Mixabin piraniya stranbêjan hema çi bûye awazekê davêjin ser û ji xwe re distrên û dikin kilîb û dewatan pê derbas dikin.
Her stranbêjek berpirsiyar e di ber bilindkirina çêja mûzîk û hunerê de. Xweşbûna peyvên stranê, giyan û hişê mirov paqij û bilind dike û hezkirin û girêdana mirovan û bi teybet nifşên nuh bi ziman ve xurt dike.
Tu bi kurdî, zimanê xwe yê dayikê dinivîsînî û tu dikarî baş hest û nestên xwe pê derbirînî, çi sedem e ku tu car caran berê xwe didî erebî jî. Di vir de jî pirsek din derdikeve holê, çima Nezîr Palo berhema xwe ya dawî bi her du zimanan çap kiriye?
Kurdî hezkirina min e û her tişt bi kurdî xweşe, dema bi erebî jî dinivsînim, ez bi kurdî diramim.
Mi berhema xwe ya nû Bîhinxweşiya Jinekê wergerand erebî, ji ber min xwest ku helbesthezên ereb jî huner û asta helbesta kurdî bizanibin. Hêvî dikim ku helbestên min û helbestên kesin din jî wergerin pir zimanên din.
Nezîr Palo kengî helbestê dinivîsîne, di keş û rewşeke çawa de? Çi mijar sirûşê bi ser de tîne û baskan bi xeyala wî dixe?
Demeke taybet ji bo nivîsandina helbestê tineye. Bîrîkirin, bîranîn, evîn, zaroktî, tirs, têkçûn, ziyan, êş, ax, welat, zordarî, meşextî... û her tişt dema pê mijûl dibim, bandorê li min dike ez dinivsînim.
Her ku kela dilê min radibe, ji xwe ber dadirve û dibe helbest, carina hêstirên min dibin peyv, carina şewat û keservedanan dihûnim, carina eşqa xwe dinivsînim, carina xewnan û hêviyan nîgar dikim.
Welat û jin, du mijar in ku zêdetir ji aliyê helbestvanan ve tên gotin. Gelek caran jî ew her du mijar li cem helbestvanan dibin yek. Nezîr Palo çawa li ser welat û jinê dinivîsîne?
Li ba me kurdan mijara welêt cîhekî sereke di helbestê de digire, ji ber ku welatê me dagîr kiriye, gelek sitemkarî li me dibe, mafê me binpê dibe, xwîna me tê rêtin û her kurdek aşiqê aşitî û azadiyê ye. Wê lomê ez û her helbestvanekî kurd, li ser welêt dinivisin. Li ba gelên din ên cîhanê, welat kêm dikeve nav helbestê.
Lê jin ji bo helbestvanê mêr û mêr ji bo helbestvana jin, babeteke jiyanê ye, evîn û bîrîkirn û xewn û her tist.
Li ba min û li ba her helbestvanekî kurd gelek caran welat û jin tevlîhev dibin.
Çand û kultura Kurdî dewlemend e, çi bandora wê li ser te hebû? Çawa helbestvan dikare sûdê ji kultura xwe werbigire?
Min di despêkê de jî got ku dastan û stranên kurdî bingehe hezkirina min e. Ji berê de û ta bi niha dema ez guhdarî li dastan û stranên kevnare dikim mîna Delal, Cebelî, Eyşa Îbê, Xec û Siyabend, Tayir beg, Memê Alan û gelekên din, ez bi wan re mijûl dibim û bandoreke mezin li min dike. Di wan de gelek wêneyên helbestî bi şêweyekî bilind hene, her wiha zimanekî zelal û peyvên kurdî yên resen hene. Ji bo nivîsandina helbestê jî, ez gelekî sûdê jê dibînim.
Ji aliyekî din ve ez dibînim ku ew dastan bingehek e ji helbesta azad re, divê rexnevan û zaniyarên zimên li wan vegerin û lêkolînan bikin.
Tu tevgera wêjeyî ya kurdî, nemaze di vê dema ku amrazên medyaya civakî ya bilez belav bûye de, çawa dinirxînî?
Wêjeya kurdî nirxbilind e û li pêş e di nav wêjeya dunyayê de. Gelek helbestvan û romannivîs û hemû coreyên din jî bi astek bilind dinivisînin.
Lê mixabin gelekî kêm weşanên me kurdan tên wergerandin zimanên din, ev jî sûcê wergêrên me ye yên baş bi zimanên biyanî dizanin û sûcê dezgehên çand û wêjeyî ye.
Di vê serdema medyaya civakî de helbest bala kêm kesan dikşîne. Ji aliyekî din medyaya civakî vekirî ye, mixabin pir kes hema çi bûye dinivisînin û diweşînin. Tevliheviyeke mezin heye, lê bê gûman her tiş dê li bêjingê keve.
Tevî ku tu ji zêdetir ji 40 salî ve dinivîsî, helbestên te berbelav in, berhmên we bûne stran, çima hemû di pirtûkan de nehatine berhevkirin û nehatine çapkirin?
Belê rast e, tevî ku min gelek nivîsandiye, lê mixabin berhemek tenê min çap kiriye bi navê Qêrîn di sala 1997 de û îsal berhema Bîhinxweşiya Jinekê û wergera wê bi erebî ronî dan.
Sedema yekê, tembeliya min bû, ji bilî teybetiya rewşine teng û bi êş tê de dijiyam. Ji aliyekî din jî ti dezgeh, çapxane û weşanxanan jî guh nedan behemên min.
Lê soz didim ku ezê hin bi hin berhemên xwe berhev bikim û bidim çapkirin.
Di wêje, bîr û çandê de, nêrîna komê wekî pîvana başbûnê nayê dîtin. Pîvanên helbesta xweş û serkeftî çi ne? Tu pêşeroja helbestê di warê nirx, kalîte û domdariyê de çawa dibînî?
Ev pirs gereke ji nirxevanan û rexnevanan bê pirskirin, lê di baweriya min de ti pîvan ji helbesta serkeftî re nînin, ji ber helbesta xweş ku bi çi şêweyî be jî ji xweber diherek dil û cîh digire. Helbesthez nirx didin helbesta xweş.
Lê mixabin ji berê de û li ba hemû miletan piraniya kesan haya xwe ji helbestê nînin, ne dixwînin û ne jî bala wan dikşîne. Ji aliyek din bi demê re helbesta xweş cihê xwe digire û dimîne.
Em di serdema romanê de dijîn, tu vê gotinê dipejirînî? Bi dîtina we helbestê ronahiya xwe winda kiriye? yan ew hîn jî hevrikeke xurt e li hemberî cureyên din ên wêjeyê?
Helbest ji xwe coreyê bilind e di nav wêje de, her dê bimîne bilind li ba helbesthezan. Lê dîsa ez duber dibêjim, xwendevanê helbestê di dirêjiya dîrokê de timî kêm in, ne her kes di helbestê de têdigêje.
Helbest nîgarkirineke bi peyvan e, wênekêşiyeke bilind e, hestdariyeke kûr e. Tevî dirust e ku serdema romanê ye, lê her helbest dê bimîne, ti rikberî di nav roman û helbestê te tineye, her coreyekî wêjeyî taybetiyeke xwe heye.