Erdogan daxwaza hevpeymaniyeke Îslamî ya dijî Israîlê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Li dû nûçeyeke ajansa Reutersê, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragehandiye, “Pêdivî ye welatên Îslamî hevpeymaniyekê li dijî Israîlê pêk bînin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Yekşem, 08.09.2024) di çarçoveya helkefteke Komeleya Dibistanên Îslamî de li nêzî Stenbolê got, “Yekane pêngava ku tadarî û çewsandinên Israîlê û terora Hikûmeta Israîlê rawestîne hevpeymaniya welatên Îslamî ye.”
Erdogan amaje jî da ku, pêngavên vê dawiyê yên Tirkiyeyê ji bo baştirkirina peywendiyên bi Misir û Sûriyeyê re, bi armanca wê yekê ne ku “xeteke piştevaniyê li dijî metirsiya Israîlê pê bînin”, ku bi gotina wî gefan li Libnan û Sûriyeyê jî dike.
Erdogan li heftiya borî li Enqereyê pêşwaziya Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî kir û di serdana yekê ya Serokê Misirê ji bo Tirkiyeyê de piştî 12 salan behsa şerê Xezzeyê û rêyên başkirina peywendiyên mukom ên navbera her du aliyan kir.
Peywendiyên navbera her du welatan li sala 2020ê ber bi başbûnê ve çûn, dema ku Tirkiyeyê dest bi bizavên diplomasî ji bo kêmkirina aloziyan bi çend welatên deverê re kir.
Erdogan li Tîrmeha borî ragehandibû, Tirkiyeyê Serokê Sûriyeyê Beşar Esed vexwand, ji bo ku danûstandinan li ser vegerandina peywendiyên navbera her du welatan bikin, ku ji piştî sala 2011ê ve peywendiyên wan nemane.
Heta niha Israîlê çi daxuyanî li ser gotinên Erdogan nedane.