Şaxewan Ebdula: Em bo çalakkirina pirsa Helebce û pirojeqanûna parêzgehkirina wê kar dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Em pirsa Helebceyê û pirojeqanûna parêzgehkirina wê di demên bê de dixin nav xişteya karê Civata Nûneran Îraqê.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Duşem, 09.09.2024) ragehand, “Bi firaksiyonên niştîmanî re, em ji bo çalakkirina pirsa Helebceyê û pirojeqanûna parêzgehkirina wê kar dikin.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê herwesa got, “Em di demên bê de wê pirsê dixin nav xişteya karê Civata Nûneran Îraqê.”