Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyoza Kanadayê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Kanadayê li Îraqê dike, ji ber bidawîhatina erkê wê.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 10.09.2024) pêşwaziya Balyoza Kanadayê li Îraqê Bonka kir, ji ber bidawîhatina erkê wê.
Li dû ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di wê hevdîtinê de spasiya Balyoza Kanadayê kir ji bo wê dema ku wê kar ji bo pêşxistina peywendiyên dualî kir, herwesa daxwaza serkeftinê di erkê wê yê bê de jî jê re xwast.
Her di wê ragehandinê de hatiye, Balyoza Kanadayê daxwaza welatê xwe ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Herêma Kurdistanê re tekez kir, xasma di warê bazirganî de. Di vî warî de jî got, “Biryar e şandeke kompaniyên Kanadayê yên taybetmend di kertê çandinê de li payîza îsal serdana Herêma Kurdistanê bike.”
Her di wê civînê de, danûstandin li ser rewşa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê hatin kirin û amaje bi danûstandinên her du rojên borî yên Civata Wezarî ya Aborî ya Îraqê û Civata Aborî ya Herêma Kurdistanê li bajarê Hewlêrê hat dan.
Her du alî li ser giringî û pêdivîtiya berdewambûna wan danûstandinên vekirî û avaker di navbera Bexda û Hewlêrê de hevnerîn bûn, li ser bingeha rêzgirtina li destûrî û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê.