Wezîrê Dadê: Em hemû hewlên xwe ji bo zelalkirina bûyera kuştina Narîna 8 salî didin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê li ser tawana kuştina Narîna 8 salî dibêje, ew hemû hewlên xwe ji bo zelalkirina bûyerê û sizadan kujer û hemû kesên ku di bûyerê de berpirsiyariya wan hene, didin.

Wezîrê Dadê, Wezîrê Navxwe û Wezîra Malbatê yên Tirkiyeyê li Diyarbekirê serdana gora Narîna 8 salî kirin ku bi hovane hatibû kuştin.

Her sê wezîran tevî hejmarek parlamnter û berpirsên AK Partiyê li avahiya Parêzgariya Diyarbekirê derbarî lêpirsînê de, zanyarî dan.

Wezîrê dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç got: “Em pir xemgîn in. 85 milyon welatî ji bo Narîna me ku bi hovane hatiye kuştin xemgînin. Îro amadebûna me li vê derê, bi armanca şopandina dozê û bi sizaya herî giran, ji bo sizadana kujeran e.”

Herwiha got: “Em dixwazin bûyer, bi hemû hûrgiliyên xwe ve were zelalkirin. Hemû saziyên dewletê mijarê ji nêz ve dişopînin. Heta ku ev bûyer bi hemû aliyan ve neyê zelalkirin, dilê me, guh û çavên me li vê derê ne.”

Amaje bi wê jî kir, “Parastina Zarokên me ji her cure tundî, xerabî û destdirêjiyê wek civakê erkê me yê sereke ye. Ziyandana zarokek, ziyandana hemû civakê ye. Parastina zarokan erkê serekê yê hikûmeta me ye.”

Zaroka Diyarbekirî Narîn Guran a 8 salî ku roja 21ê tebaxê ve serwinda bûbû, roja 8ê Îlonê termê wê hatibû dîtin ku bi awayekê hovane hatibû kuştin.