Hevbendiya Medyakar û Rojnamevanên Genc rêgiriya li romala K24ê li Bexdayê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevbendiya Medyakar û Rojnamevanên Genc dibêje, ti hincetek ji bo rêgirtina li tîma Kurdistan24ê nîne, ev êrîşeke eşkere ye li ser mafên medyayê yên ku di destûra Iraqê de hatine garantîkirin.”
Hevbendiya Medyakar û Rojnamevanên Genc îro 11ê Îlonê bi daxuyaniyekê astengkirina tîma Kurdistan24ê ji aliyê tîmên ragihandinê yên Serokatiya Iraqê ve şermezar kir.
Hevbendiyê got, biryara rêgirtin li ragihandina serdana Serokkomarê Îranê û veqetandina dezgeheke medyayî ya taybet ji bo şopandina serdanê, destpêka qonaxeke metirsîdar e û standardên pîşeyî binpê dike.
Herwiha Hevbendiyê bang li hikûmetê kir ku demildest destêwerdanê bike, da ku partîbûnê di postên payebilind de desînordar bike, ji bo ku romala medyayî bi profesyonelî û bêalî were kirin.
Herwiha Hevbendiyê got: “Serokatiyê bi eşkere azadiya çapemeniyê sînordar kiriye û tiştê ku qewimî êrîşeke eşkere ye li ser mafên medyayê yên ku bi destûra Iraqî hatine garantîkirin."
Hevbendiyê amaje bi wê yekê kir ku biryara rêgirtin li ragihandina medyayî û destnîşankirina dezgeheke medyayî ya partiyê ya taybet ji bo ragihandinê, destpêka qonaxeke metirsîdar e û gefê li yekperçetiya ragihandinê li welat dike û pîvanên pîşeyî binpê dike.
Amaje bi wê yekê kir, ew tişta ku li Bexdayê li hember tîma Kurdistan24 hatiye kirin, karekî stemkarane ye û kir ku piraniya rojnamevanên din wek nerazîbûnl ji derdora Koşka Komarî derkevin.
Tîma Ragehandinê ya Serokatiya Komara Îraqê ji hejmareke kanalên Kurdî tenê rê li Kurdistan24ê girt ku merasîmên pêşwazîkirina Serokê Komara Îraqê Dr. Letîf Reşîd li Serokê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan li Bexdayê romal bike.