Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guran de ciwanekî 15 salî hat binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya lêpirsîna kuştina Narîn Guran a 8 salî de û li ser daxwaza dozgeriyê, R.A yê 15 salî ku bi merc hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin.
R.A. yê ku karkerê mamê Narînê, Salim Guran e, piştî jêpirsîna li dozgeriyê ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Asliyeyê ve hat girtin.
Hejaye gotinê ye ji berîya niha jî dayîka Narînê jî di nav de, piranî ji malbata wê 10 kes hatibûn girtin.
Zaroka Diyarbekirî Narîn Guran a 8 salî ku roja 21ê tebaxê ve serwinda bûbû, roja 8ê Îlonê termê wê hatibû dîtin ku bi awayekê hovane hatibû kuştin.