230 koçberên neyasayî li beravên Tirkiyeyê hatin binçavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di heyama 24 demjimêran de, 230 koçberên ku xwastin ji bajarên rojavayê Tirkiyê derbasî welatên Ewropa bibin hatin binçavkirin.
Hêzên ewlekariya beravên Tirkiyeyê, bi armanca rêgirtina li koçberiya neyasayî, operasyon pêk anî.
Li gor zanyariyan, li Mugla, Balîkesir û Edîrneyê bi giştî 230 koçberên neyasayî hatin binçavkirin.
Koçberên hatine binçavkirin piştî lêpirsînan bi armanca vegerandinê radestî îdareya koç û koçberan hatin kirin.
Amarên dawî yên Tirkiyeyê nîşan didin, ne tenê koçber, hejmareke mezin ji welatiyên Tirkiyeyê jî bi rêyên qaçax derbasî welatên Ewropayê dibin.