Welatiyên Hewlêrê beşdarî merasîma Mewlûdê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Keleha Hewlêrê îro 15ê Îlona 2024an, bi boneya roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, bi posteran hatiye xemilandin û welatî jî beşdarî merasîma vê boneyê dibin.

Her sal li Hewlêra Paytext roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê tê pîrozkirin. Welatî jî ji bo pîrozkirina vê salvegerê, li bazar û cihên giştî şîrîniyê belav dikin.

Rojbûna Pêxember (Silavên Xwedê lê bin) dikeve roja 12'ê Rebî'ul Ewelê hicrî. Misliman di vê mehê de ahengan digerînin, şîraniyê didin, li defê didin û pesnê Pêxember didin.

Li gor jêderên dîrokî, di serdema Selahedîn Eyûbî de, sultan Muzeferdîn Kokberî ku Mîrê Hewlêrê bû, yekem kes bû mewlûd pîroz kir û wek helkefteke taybet xwarin li hejaran belav kir. Merasîma li Hewlêrê jî vedigere wê serdemê û heta niha jî ev bîranî li mizgeftan bi xwendina Quranê, bibîranîn û xwendina jînenîgariya pêxember tê pîrozkirin.