Bi amadebûna Mesrû Barzanî roja jidayîkbûna Pêxember tê pîrozkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Îlonê piştî nîvro li Hewlêrê beşdarî merasîma pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê, dibe.
Her bi vê boneyê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir û tê de got: “Bi boneya rojbûna Pêxemberê Îslamê hezretî Mihemed (silavên Xwedê lê bin) germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.”
Herwiha got: “Ez hêvîdarim ku ev cejna pîroz, bibe sedema bexteweriyê û xurtkirina çanda yekîtî, hezkirin, xêrxwazî û pabendbûna bi nirx û akarên aştiyane yên ola pîroz a Îslamê.”
Li Herêma Kurdistanê salane roja jidayikbûna Pêxemberê Êslamê tê bîranîn û bi taybet li Hewlêrê ku kela Hewlêrê û çend rêyên sereke yên bazar û cihên giştî yên bajêr bi poster û siloganên taybet bi rojbûna Pêxember tên xemilandin.
Herwiha çend merasîmên olî yên taybet tên lidarxistin û şîrîn tên belavkirin û li gelek mizgeftan Quran û selawetên li ser Pêxember tên xwendin.