Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 28 dibistanên Soranê tên nûjenkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê ragihand, li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 28 dibistanên navçeyên Sîdekan û Mêrgesorê tên nûjenkirin.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb îro 15ê Îlonê di konferanseke rojnamevanî de got: “li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 28 dibistanên navçeyên Sîdekan û Mêrgesorê bi bihayê 2 milyar û 10 milyon û 292 hezar dînar tên nûjenkirin.”

Helgurd Şêx Necîb diyar kir: 18 dibistan li bajarokê Sîdekanê û 8 dibistanên din jî li bajarokê Mêrgasorê ne, herwiha dibistanek li bajarokê Çomanê û ya din jî li bajarokê Riwandizê ye.”

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê got ku tevî qeyran û pirsgirêkên derve û navxweyî, di vê kabîneyê de projeyên xizmetguzariyê bi awayekî mezin hatine cibicîkirin.

Helgurd Şêx Necîb got jî: “Hemû projeyên ku li Soranê dest pê kirine û projeyên ku ji sala 2014an ve rawestandî ne, dê bên temamkirin.”