Xwediyê kompaniya Senkê: Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest bi şoreşeke mezin a dabînkirina avê kiriye

Ebdila Gerdî
Ebdila Gerdî

Navenda Nûçeyan (K24) - Xwediyê kompaniya Senkê ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest bi şoreşeke mezin kiriye, ji bo dabînkirina avê û nehêlana kêmaviyê li Hewlêrê.”

Xwediyê kompaniya Senkê Ebdila Gerdî îro (Duşem, 16.09.2024) di nav merasîmên danana berê binyatî ji bo bendava Dwînê de, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand, “Ji ber ku av çavkaniya jiyanê ye, bexteweriya xelkê Kurdistanê ye ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî giringiyeke taybet dide warê dabînkirina avê û parastina avê.”

Ebdila Gerdî herwesa got, “Ez pêdivî dibînim amajeyê bidim ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bûye rizgarkerê xelkî û bi temamkirina bendava Gomespanê, ew piroje bûye cihekî xweşik û qeşeng ji bo deverê.”

Navbirî di pareke din a gotinên xwe de spasiya Wezareta Çandinê û Çavkaniyên Avê û aliyên din ên peywendîdar kir ku bi wan re alîkar bûn.

Xwediyê kompaniya Senkê herwesa got, “Ya ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pê kiriye şoreşeke mezin e ji bo dabînkirina avê, ku xema kêmaviyê li Hewlêrê kêm dike. Em şerefmend in ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina vê bendavê bawerî da me.”

Ebdila Gerdî amaje jî da, “Bendava Dwînê li cihekî stratejîk e, li nêzîktirîn cihê Kela Dwînê ye, ku bi awayekî konkirîtî tê çêkirin. Ev bendav 100 milyon metrên sêcarkî yên avê vedigire û vê yekê jî feydeyekî zêde ji bo deverê heye, hem li ser astê ava binerd û hemî jî ji bo samanê masiyan û çend feydeyên din.”

Navirî ron jî kir, “Îro ya giring ew e ku Kurdistanê pêdivîtî bi wan bendavan heye, ji bo dabînkirina avê û herwesa ji bo geştyariyê jî cihekî giring e, ji ber ku cihê wê nêzî şûnwarên Kela Dwînê ya dêrîn e.”

Xwediyê kompaniya Senkê tekez jî kir, “Bi ezmûna 25 salên me yên karkirinê, ji çêkirina bendavan û xasma ji cûnê RCC, ku yekane bendav e li hemî Îraqê û Herêma Kurdistanê, em sozê didin ku cihê bawerê bin û bi şev û roj kar bikin, ji bo ku bi zûtirîn dem û bi baştirîn kalitî wê pirojeyê temam bikin.”