Almanya ji bo bersivdana propagandayan rahênanan bi Pêşermgeyan dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendên medyayî yên hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê ji bo bersivdana propagandayan rahênanan bi Pêşermgeyan dikin.
Wezareta Pêşmerge îro (Sêşem, 17.09.2024) parve kiriye, “Li hola Senterê Medyayî yê Pêşmerge, Birêveberiya Hişyariya Niştîmanî bi hevahengiya şêwirmendên serbazî yên Almanyayê li Herêma Kurdistanê, semînereke taybet li ser propagandayan hat birêvebirin.”
Li dû zanyarên wê wezaretê, ew semîner bi amadebûna Birêveber û Cîgirê Birêvewberê Hişyariya Niştîmanî hat destpêkirin û 10 efser û karmendên Birêveberiya Giştî ya Ragehandin û Hişyariya Niştîmanî tevlî wê bûn. Ji aliyê Şêwirmenda Serbazî ya Almanyayê ji bo Karûbarên Medyayî û Hişyariyê Kaptin Sara ve, dersa wê semînerê hat pêşkêşkirin.
Li dû zanyaran, wê şêwirmenda Almanyayî bal kêşa ser nûçeyên nerast û propagandayan û çawaniya helsengandin û şirovekirina wan.
Di pareke din a wê mijarê de, wê şêwirmenda Almanyayî behsa awayên bergiriyê û bersinggirtina propagandayan kir. Tewerekî din ê wê semînerê jî ji çalakiyeke rastetrast a wê mijarê pêk dihat.
Di vî warî de formeke taybet hat amadekirin, ku çend pirsyar li ser propagandayan vegirtibûn, pişkdaran jî dîtin û nerînên xwe diyar kirin.