Hatîmogullari: Gelo kujerên Narînê tên parastin?
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevseroka DemPartî Tulay Hatîmogullari çû ser gora Narîn Guranê, paşî jî serdana Baroya Diyarbekirê kir û bal kêşand ku çima ewqas dem ser re derbas bû lê hîn jî nayê zanîn kujerê Narînê kî ye û Narîn çima hatiye kuştin.
Hevseroka DemPartiyê Tulay Hatîmogullari li gundê Çoliyê serdana gora Narîn Guran a ku termê wê li roja 8ê Îlonê hatibû dîtin kir, Hatîmogullari paşî jî derbasî Baroya Diyarbekirê bû di derbarê lêpirsîna kuştina Narînê de agahiyên dawî ji Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren wergirt.
Hevseroka DemPartiyê bal kêşand ku çima heta niha kuştina Narînê nehatiye ronîkirin, gelo li gundê Çoliyê çi qewimiye, gelo kujer ji aliyê hêzên fermî ve tên parastin, gelo têkiliya gundê Çoliyê û bûyerên tarî yên borî hene, gelo têkiliya vî gundî û hizbulkontrayê bi hevre heye, gelo çima dewleta ku gelek bûyerên kuştinê ronî kirine û derfetên wê yên pêşketî hene nikare kuştina Narîn Guranê ronî bike.
Hatîmogullari bal jî kêşand ku termê Narînê nava kîsekê de bine avê de hatiye veşartin ku dema wisa were veşartin hemû nîşaneyên ser laşê Narînê yên ku dikarin kuştinê ronî bikin jê diçin, ji vî alîyî tê dîtin kujerên Narînê alîkariyek pisporî sitandiye ku yên pispor bin van zanyaran dizanin.
Hatîmogullari bang kir peywira raya giştî ye ku guvaşê bikin da ku li derxistina qanûnên parastina zarokan pêk were.