Wezîrê Tendirustiyê: Li paşerojeke nêzîk em nexweşxaneya penceşêrê li Dihokê jî vedikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ev nexweşxaneya penceşêrê wekî bajarekî pizişkî yê penceşêrê ye.” Herwesa dibêje, “Me niyet e senterên çareseriyê bi tîş û rûpîvî û destnîşankirina penceşêrê li deverên Ranya, Helebce, Soran û Zaxoyê jî vebikin.”
Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî îro (Çarşem, 18.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Ev nexweşxaneya penceşêrê wekî bajarekî pizişkî yê çarekirina penceşêrê ye, pakecek e ji tevaya pêdivîtiyên penceşêrê wekî destnîşankirin, ezmûngeh, tîşk, çareseriya bi tîşkê, çareseriya bi kîmyayî û neştergeriya pizişkî pêk tê.”
Saman Berzincî herwesa got, “Ev nexweşxane bi kalitiyeke bilind tê çêkirin, herwesa hemî pêdivîtî lê hene ku pêdivî nake nexweş serdana bajarekî din an jî derveyê welatî bike.”
Navbirî eşkere jî kir, “Me li Herêma Kurdistanê çend nexweşxaneyên penceşêrê hene wekî Nexweşxaneya Nanekilyê, Nexweşxaneya Rizgariyê li Hewlêrê, Nexweşxaneya Hîwayê li bajarê Silêmaniyê û Senterê Azadiyê.” Herwesa got, “Li paşerojeke nêzîk em nexweşxaneya penceşêrê li Dihokê jî vedikin, ku di qonaxên dawiyê de ye.”
Wezîrê Tendirustiyê tekez jî kir, “Me niyet e senterên çareseriyê bi tîş û rûpîvî û destnîşankirina penceşêrê li deverên Ranya, Helebce, Soran û Zaxoyê jî vebikin, ku ev hemî jî jêrxaneya tendirustî ye.”
Saman Berzincî eşkere jî kir, “Me sîstema pêguherka kilînîkê heye, li şûna ku diktor kilînîkê vebike, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya darayî jê re dike ji bo ku heta seet 05:00 ê êvarê bimîne. Ew jî ji bo wê yekê ye ku nexweşên çareseriya kîmyayî venemînin û sirayê negirin. Vê yekê jî li Herêma Kurdistanê serkeftin aniye, ku nexweş li dû xişteya xwe çareseriyê werdigirin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 18.09.2024) berê binyatî ji bo mezintirîn nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li Hewlêrê dana û di nav merasîmên danana berê binyatî de gotarek pêşkêş kir.
Ev nexweşxaneya çareseriya penceşêrê li ser rûberê 19 hezar metrên çargoşeyî tê çêkirin û ji 150 qerewêleyan pêk tê. Di vê nexweşxaneyê de, pêşkeftîtirîn teknolojiya pizişkî tê dabînkirin û tevaya çareseriyên wekî kîmyoterapî, Skanên PET û CT û MRI, û çandina mejiyê hestiyan û wênegirtina kameraya Gama, û herwesa çend çareseriyên din ên tendirustiyê di bilindtirîn ast de bedrest dibin.