Çiyayê Asosê li parêzgeha Silêmaniyê du caran hat bombebarankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyê şer îşev du caran çiyayê Asosê li nêzîkî gundekî bombebaran kirin û ev yek bû sedema nîgeraniya xelkê gund.
Peyamnêrê K24ê got: Çiyayê Asosê yê li parêzgeha Silêmaniyê du caran hat bombebarankirin. Bombebaran jî li nêzîkî gundê Gelala bû.
Welatiyekî gundê Gelala jî ji K24ê re ragihand, îşev Çiyayê Asosê li nêzîkî gundê wan du caran ji aliyê firokeyên şer ve hat bombebarankirin.
Roja 14ê Îlonê jî piştî nîvro, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyeyê navçeya Şêxanî ya li ser Çiyayê Asosê bombebaran kiribû.
Di vê derbarê de, Qaymeqamê Navçeya Mawat Kamîran Hesen ji K24ê re ragihand, ti ziyanên canî çênebûne.
Ji ber şerê di navbera Tirkiye û PKKê de li Herêma Kurdistanê, nêzîkî 800 gundan û çend deverên geştyarî wêran bûne û ziyaneke mezin gihandiye sektorên geştyarî û çandiniyê.