Sûka Hewlêrê bi dirûşmê “Hewlêr her Hewlêr e” tê şûştin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi sedan ciwan bi hevahengiya Birêveberiya Şaredariya Yek û tîmên şaredariyê bi dirûşmê “Hewlêr her Hewlêr e” sûka mezin a navenda bajarê Hewlêrê pakij dikin.

Birêveberê Xizmetkariya Jîngeha Hewlêrê Jiyar Celal taybet ji malpera K24ê re ragehand, “Di helmeteke xwebexşiyê de bi sedan ciwan bi hevahengiya Birêveberiya Şaredariya Yek û tîmên şaredariyê bi dirûşmê “Hewlêr her Hewlêr e” sûka mezin a navenda bajarê Hewlêrê pakij dikin û dişûn.”

Jiyar Celal herwesa got, “Nêzî 300 ciwanan tevlî vê helmetê bûne û hemî rêyên hatina nav sûka Hewlêrê hatine daxistin, ji bo ku ev helmet wekî ku pilan jê re hatiye danan bi rê ve biçe.”

Navbirî amaje jî da, “Ev helmet ji aliyê xêrxwazekî bajarê Hewlêrê ve hatiye rêkxistin û ji bo şûştina tevaya sûka navenda Hewlêrê, 11 tanker û 20 hezar litrên avê hatine amadekirin û tîmên Birêveberiya Şaredariya Yek û Birêveberiya Xizmetkariya Jîngeha Hewlêrê alîkariya vê helmeta xwebexşiyê dikin û hemî amûr û kelûpelên pêdivî jî jê re hatine amadekirin.”