350 hezar Sûrî û Lubnanî ji Libnanê derbasî Sûriyê bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Zêdetir ji 350 hezar welatiyên Sûrî û penaberên Lubnanî ji ber ku tundûtûjiya li Libnanê, derbasî Sûriyê bûne.
Rojnameya “Watan” a nêzîkî hikûmetê ragihand, ji destpêka êrîşa Israîlê li ser Libnanê ve, 91 hezar penaberên Lubnanî derbasî Sûriyeyê bûne, herwiha 239 hezar penaberên Sûrî jî ji Libnanê vegeriyane.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Xweser jî berî du rojan belav kiribû ku nêzêkî 18 Sûrî, 46 Libnanî û 11 term ji Libnanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûne.
Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe li ser Hizbulahê girantir kirine û 1ê Cotmehê dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir, di encamê de hejmarek mezin ji nitecihên başûrê Libnanê koçber bûn.
Berpirsên Libnanê dibêjin, hejmara koçberên Libnanî ji 1.2 mîlyonî derbas bûye. Ji destpêka şerê Îsraîlî û Hizbullahê jî, nêzîkî du hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan di du hefteyên borî de bûne.