Wezîrê Navxwe yê Iraqê: Rêgirtina li madeyên hişbir li Silêmaniyê ne hêsan e
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Iraqê dibêje: “Tevî hewildanên kontrolkirina sînoran ji bo pêşîgirtina li madeyên hişbir, hîn jî valahiyên ewlehiyê hene, bi taybetî li devera yekem a sînorê Silêmaniyê.”
Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemmerî got: “Me bi hevahengî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re rêkeftineke ewlehiyê bi Îranê îmze kiriye, lê heta niha hin kêmasiyên ewlehiyê hene, bi taybet li devera yekem a parêzgeha Silêmaniyê.”
Diyar kir jî: “Bi hevahengî bi Tirkiyeyê re, komîteyek hatiye avakirin û pere jî jê re hatiye terxankirin û 30 binkeyên kontrolê ava dikin, ji bo pêşîgirtina li her cure vedizîkirinê.”
Lahur Şêx Cengî jî di daxuyaniyekê de got: “Berpirsê herî mezin ê YNKê bi alîkariya kesekî li Bexdayê, kesek ji Sûriyeyê anîne û li Silêmaniyê kargeha madeya hişbir ava kiriye. Piştre jî ew kargeh dane Pêşmergeyekî û ew tometbar kirine.”
Hevdem Barzanî di axaftina xwe de got: “Ji bo pêşîgirtina li madeyên hişber û paqijkirina Kurdistanê, divê kargehên ku van madeyan berhem tînin, werin hilweşandin.”
Desthilata partîtî li parêzgeha Silêmaniyê paşeroja bajêr xistine metirsiyê û tevî valahiya ewlehiyê, di dîrokê de yekem car e kargehek madeyên hişbir li bajêr tê danîn. Tevî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amarên desteserkirin û rêgirtina li madeyên hişbir belav kiriye, lê rayedarên partîtî li Silêmaniyê karê hikûmet û rêveberiyên îdarî yên bajêr asteng dikin.