Karên Heşta Hesarokê bileztir tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser raspardeya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê, tîmek ji bo bilezkirina karên Heşta Hesarokê hat pêkanîn.

Ragehandina Serokatiya Şaredariya Hewlêrê îro (În, 11.10.2024) ragehand, “Ji ber nêzîkbûna werzê zivistanê, li ser raspardeya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî û Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, tîmek ji bo bilezkirina karên Heşta Hesarokê hatiye pêkanîn.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Serokê Şaredariya Hewlêrê ji aliyê xwe ve Lijneya Tîma Serperiştyar a wê pirojeyê ji bo bilezkirina karên kertê Heşta Hesarokê bi zêdekirina amûran raspard, ji bo ku bi awayekî zêdetir kar bên bicihanîn.”