Sîdad Barzanî: Ti aliyek bi qasî PDK û Serok Barzanî hest bi êşa Helebçeyê nake

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Serok Barzanî di dema bangeşeya hilbijartinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parêzgeha Helebceyê de got: “Ti kes bi qasî Serok Barzanî hest bi êşa xelkê Helebce nake. Ti aliyek wek Serok Barzanî nirx û bihayê vî bajarê du caran şehîd e nizane.”

Nûnerê Serok Barzanî, Sîdad Barzanî îro 12ê Cotmehê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinê ya PDKê li Helebceyê de got: “Helebce bûye sembola dîroka êş û bêbextiya ku li dijî gelê me hatiye kirin. Helebce pênaseyek ji bo me hemûyan e.”

Sîdad Barzanî got jî: “Xelkê Helebceyê ji Şoreşa Îlonê û vir ve bûye keleha dijmin û gelê wê jî piştgirî daye PDK û Barzanîyê nemir. Ev yek bû sedem ku dijmin di Nîsana 1974’an de bi çekên li ser asta navdewletî qedexekirî ye, vî bajarê Kurdistanê bombebaran bike.”

Herwiha got: “Me ji bîr nekiriye ku Helebce, Hewraman û Şarezor di Şoreşa Gulanê de piştgirî dane şoreşê û PDK’ê. Ev herêm di bin serokatiya Serok Mesûd Barzanî de bûye qada şikestina dijminan û her tim dilsozê PDK û Barzanî ye. Tawana kîmyabarana vî bajarî jî, îradeya têkoşînê ya xelkê vê deverê kêm nekiriye.”

Nûnerê Serok Barzanî tekez kir: “PDK û Serok Barzanî ti carî hembêzkirina germ a xelkê Helebceyê ji bîr nakin, bi taybetî piştî serhildana gelê Helebceyê, bûne piştgirekî bihêz bo PDK û Pêşmergeyên wê û herwiha berevanî li parlamentoya Herêma Kurdistanê kirine.”

Sîdad Barzanî got: “Ti kes bi qasî Serok Barzanî hest bi êşa xelkê Helebceyê nake, ji ber ku me li gel we û hemû gelê Kurdistanê ji Germiyanê heta Badînan û Barzan, ji bo azadî û serxwebûnê qurbaniyên mezin dane, lewma em têdigihin êş û azarên we. Em giraniya jenosîd, êrîşên kîmyewî û Enfalê dizanin. Em dikarin bi misogerkirina aştî û avedankirinê wê kêm bikin û bi hev re birînên xwe derman bikin.”