Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî Platforma Hêvî û Girnijînê birêve diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (Platforma Hêvî û Girnijînê) birêve dibe.
Platform dê beşek ji kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo zarokan pêşkêş bike û 540 xaniyan jî pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan bike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi ronahiya gotineke Mistefa Barzanî ku gotibû “Şanazî ye bo mirov ku xizmetê miletê xwe bike” dest bi xebatên xwe kir.
Herwiha destûra kar ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê wergirtiye û di sala 2019ê de li Amerîkayê jî destûra kar wergirtiye.
Di civîna Nîsana 2016an ya Encûmena Cîbicîkar û Hevahengiya Neteweyên Yekgirtî de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wek endameke şêwirmend a Encûmena Aborî û Civakî (ECOSOC) hat qebûlkirin.
Karên mirovî yê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sînorên Herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê derbas kiriye û li Tirkiye, Sûriye, Sirbîstan, Australya, Erebistana Siûdî, Bengladeş, Libnan, Yemen, Sûdana Başûr û çendîn welat û navçeyên din, xizmeta mirovatiyê kiriye.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di destpêka sala 2023an de bi mebesta zêdetir giringîpêdan bi xizmetguzariyên xwe yên di warê karên îdarî û xêrxwazî de, belgeya ISO 9001:2015 wergirt.