Dîtin û bernameya PDKê ya ji bo çar salên bê de
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi peyam û bernameyeke zelal beşdarî hilbijartinên bê yên parlamentoyê dike û wek take alî ye nêrîna xwe ya ji bo çar salên pêş de aşkere kiriye.
Berevajî lîste û partiyên din, PDK bi peyameke zelal dest bi kampanya hilbijartinê kiriye. PDK bi rêya 14 peyam û bernameyên cuda dixwaze xizmeta gelê Kurd bike û avedaniyeke zêdetir pêşkêş bike.
Di warê aborî, îdarî û çaksaziyê de, karê herî girîng ê lîsteya PDKê dabînkirina mûçe ye. Di vê çarçoveyê de hemû hewlên xwe dide û bi ti awayî rê nede ku mûçexwarên Kurdistanê ji mafên xwe bêpar bimînin. PDK li ser dabînkirina bûdce, mûçe û hemû mafên darayî yên Herêma Kurdistanê rijd e. Tekezî li wê jî dike ku bi hevahengî li gel hikûmeta federalî dê hewl bide ku mûçeyên karmendên Kurdistanê weka Iraqê be.
Xaleke din a bernameya PDKê, berdewamkirina proseya çaksaziyê û derxistina yasa û rênimayên pêwîst bo rûbirûbûna gendeliya aborî û îdarî û herdirkirina çavkaniyên giştî ye. Di vî warî de PDK berdewamiyê dide çaksaziya sektora aborî û pirrengkirina çavkaniyên dahata navxweyî, bi awayekî ku tenê xwe nespêre sektorek taybet û veberhênana derve û navxweyî jî han dide.
Di vê çarçoveyê de, bernameyeke din a PDKê şopandin û domandina rênima û yasayên ku ji bo şefafiyet û zelalbûna dahat û xerciyan hatine derxistin e û yasa, rênima û sererastkirinên din ji bo dabînkirina vê şefafiyê misoger dike.
Ji aliyê îdarî ve qanûnî yên ji bo kêmkirina rûtînên burokrasiyê didomîne. Di vê çarçoveyê de jî, kar ji bo elektronîkirina berfireh a saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike.
Di pêşketina bajar, bajarok û gundên Kurdistanê de, PDK di hemû war û sektoran de, bi berçavgirtina prensîpa dadperwerî, projeyên geşepêdanê didomîne.
Dabînkirina derfetên kar ji bo ciwanan û derçûyên zanîngeh û peymangehan û nehîştina her cure cudakariya di vî warî de, peyameke din a PDKê ye û li ser bingeha welatîbûnê, derfetên wekhev ji bo hemû ciwanên Kurdistanê peyda dike.