Ragehandinek ji aliyê Lijneya Bilind a PDKê ya Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ve
Navenda Nûçeyan (K24) - Lijneya Bilind a PDKê ya Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ragehand, “Em spasiya dilgermiya cemawerê dilsoz ê PDKê dikin û daxwaza lêborînê jî ji bi dehan hezar endam û alîgiran dikin, ku ji ber hejmara zêde ya tevlîbûyîyan derfet ji wan re peyda nebû ku bên nav yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî û tevlî kernevalê bibin.”
Kernevala cemawerî ya bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 15.10.2024) bi awayeî biserkeftî bidawî hat, ku dawî kernevala bangeşeya hilbijartinan ji bo piştevaniya serkeftina lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bû.
Lijneya Bilind a PDKê ya Hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Me gelek spasiyên germ û rêz ji bo dilsozî û dilgermiya vî cemawerê ezîz ê Hewlêrê hene. Herwesa ji ber amadebûna hejmareke zêde ya cemawerê biemek û dilsoz ê partiya me li nav yarîgeha Şehîd Firanso Herîrî, em daxwaza lêborînê ji wan bi dehan hezar endam û alîgirên xweşevî yên partiya xwe dikin, ku ji ber hejmara zêde ya tevlîbûyîyan derfet ji wan re peyda nebû û li derveyê yarîgehê man, nekarî bên nav yarîgehê û tevlî wê kernevala mezin a dîrokî bibin û neçar bûn vegerin malê.”
Lijneya Bilind a PDKê herwesa got, “Careke din em daxwaza lêborînê ji wan dikin û em li vê derê radigehînin ku, li roja 20ê Cotmehê dengê me hemiyan bi hev re ji bo lîsta 190ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û serkeftin nêzîk e.”