Gulistan Perwer: Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah wek gerdenek ji nirx û rêzê li ser sîngê xwe dibînim

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermend Gulistan Perwer bi peyamekê spasiya Komîta Birêvebir a Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah a Hunerê kir û got: “Ez şanaz im ku vê xelatê ji destên Mîra Kurd xatûn Sînem Xan werbigirim. Ev xelat, wek gerdenek ji nirx, rêz û berpirsiyariyeke mezin li ser sînga xwe dibînim.”

Komîta Xelata “Cemîl Horo û Bavê Selah” ku roja 17.10.2024an xelata xwe ya gera sêyemîn li Hewlêrê pêşkêşî hunermenda Kurd Gulistan Perwer kiribû, hunermend Gulistan Perwer jî nameyeke spasiyê arasteyî komîta xelatê kir. 

Peyama hunermend Gulistan Perwer:

Ji Komîta Birêveber a Xelata Cemîl Horo û Bavê Selah a Hunerê re..

Ez şanaz im ku ez di nav we de bim û beşdarî vê çalakiya ciwan bibim û xelatê ji destên Mîra Bedirxaniya, xatûn “Sînem Xan” werbigirim. Ev xelata her du dengbêjên mezin “Cemîl Horo û Bavê Selah”, wek gerdenek ji nirx, rêz û berpirsiyariyeke mezin li ser sînga xwe dibînim.

Ev karekî hêjayî pesindayînê ye, we mîrateya her du bejnbilindan, Cemîl Horo û Bavî Selah û comerdiya hunermendên mezin ên Kurd ên ku hîn jî di nav me de sax in û afrîneriyê ji bo gel û dîroka xwe dikin, kom kiriye.

Heger em hinekî ronahiyê bixin ser jiyana van her du sembolan “Cemîl Horor û Bavê Selah” emê kûrahiya hêz, jîrî, resenî û trajediya jiyanê ya ku dîroka gelê me yê Kurdistanê berceste dike, bibînin. Wê demê mirov dikare xwe berde nava sir û razên jiyana van her du hunermendên mezin û vekole û rastiya sergihayîya giyanî û hunerî ya di berhemên wan ên hunerî yên nemir de dibîne, ku wekî mîrateke mezin û hişmendiyeke civakî û neteweyî ya bêsînor, ji me re hiştine.

Ez ji kûrahiya dil ve spasiya we ji bo vê rûmeta hêja û destpêşxeriya ciwan dikim. Tevî karesat û zehmetiyên jiyanê û şert û mercên dijwar ên di ser gelê me û hunermendên me re derbas dibin, lê dengê Kurd wek agir di bin xuliyê de maye û dikare rûbirûyî dîktatoriyên herî hov ên li ser rûyê erdê bibe û bi berxwedan, rijdbûn û bedewiyê biser bikeve.

Li vir ez dixwazim tiştekî bibêjim:

Heger em li ser qadeke biçûk a jiyana hunermend Cemîl Horo, wek mînak rawestin, li ser wan karesat, êş, koçberî, zindan, girtin û sirgûniyê rawestin, fedakariya wî ya mezin û hunera wî ya pabend bi doza gelê xwe ji me re aşkere dibe. Em çiqas şanaz in ku miletê Kurd xwedî vîneke wiha saxlem û dengên gewre ye.

Heger saziyên me yên dewletê hebûna û ev mîrateya hunerî ji me re biparastana, me yê bidîta ku destanên Kurdî bi dengê “Cemîl Horo” derbasî taqîgehên hunerî û bedewiyê bibana, dê ji ber gewrebûna xwe ya giyanî, wêjeyî, zimanî, dîrokî û hunerî, bibana beşek ji mîrateya hunera cîhanî.

Tiştê ku ji van hemûyan bihêztir ew e ku ez di dengê Cemîl Horo de, deng û hêza hunermendê Îtalî yê bilind û mezin Luciano Pavarotti dibînim.

Rast e Cemîl Horo li herêma Çiyayî Kurmênc jidayîk bûye, lê ew pirtûkxaneyeke hunerî ya hemû gelê Kurd e û wek stûneke bingehîn a dengbêjiya kurdî tê dîtin, ku divê navend, enstîtûyên hunerî û muzexaneyên Kurdistanê, wî di nava baskên xwe de biparêzin.

Derbarê hunermendê mezin “Bavê Selah” de, ew wek parêzvanê dawî yê kela strana klasîk û dengbêjiya kurdî tê dîtin.

Ew ji aliyê giyan, bedewî û evînê ve, bi hunermend Cemîl Horo ve girêdayî ye. Bavê Selah” yek ji dengên bilind û bihêz e û mîna çemên Firat û Dîcleyê diherike. Bi taybetî dema mirov dastana Derwêşê Evdî ji wî guhdar dike, dibîne ku wî hemû pîvanên giyanî û hunerî parastiye û teknîkên nazik ên zimanê evînê bikar anîne.

“Bavê Selah” wekî nifşê dawî yê klasîkên kurdî tê hejmartin, dengekî resen, kûr û germ, bilind û bihêz e, mirov dibe qada piştî giyan, lojîk û hişê.

Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku her du hunermend Cemîl Horo û Bavê Selah, navên xwe bi zêr nivîsandine û wekî du îkonên hunerî yên nemir di deriyên fireh re ketine dîrokê.

Ez bi we, Çiyayê Kurmênc, Efrîn û kurên wê yên hêja serbilind im.

Spas ji bo Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerê ya Hewlêra Paytext.

Spas ji bo Mîra Kurd a hêja Sînem Bedirxan.

Gelek spas ji bo Komîteya Birêvebir ji bo vê xelata hunerî ya hêja.