Dr. Husên Hebeş pirtûka “Gathayên Zerdûşt” bi kurdî çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskarê Kurd Dr. Husên Hebeş berhema xwe ya nû ya bi sernavê “Gathayên Zerdûşt” ku ji zimanê Avesta weregerandiye kurdî, li hola Nazdar Heyran a Hewlêrê da nasandan û îmze kir.

Gathayên Zerdûşt ku wek sirûd û lavjeyên Zerdûşt tên hejmartin, li gorî avestalogan, ew berî derdora 3 hezar hatine nivîsandin û ew kevintirîn pişka Avesta ye. Herwiha avestalog di wê baweriyê de ne ku Gatha ji berhemên Zerdûşt e.

Pirtûka Gathayên Zerdûşt meha Cotmeha borî ji aliyê Belavgeha Hogir a li Bonnê ve hatiye weşandin û dîzyana bergê jî ji aliyê Yehya Silo û Hogir Hebeş ve hatiye kir.

Dr. Husên Hebeş li ser vê berhema xwe ji K24ê re got: “Wegerandina Gathayan ji min re meraqeke mezin bû. Lê min got, ezê weregereke bawerpêkirî bikim, ji ber wê min biryara hînbûna zimanê Avesta da.”

Got jî: “Danûstandina bi kesayetiyeke berî nêzîka sê hezar sal jiyabe re, li ser mera tê ferzkirin, ku mera bikeve kûraniya kevnariyê, aşnayî civaka wê ya piralî bibe; zanibe tenga filosofî, derûnî, aborî, siyasî, hunerî û dînî di çi radeyê de ye, lê bersivên erênî ne weha sanahî ne, lema jî mera bi erka xwe ya profesiyonalî li gor şiyanê radibe.”

Dr. Husên Hebeş derbarê wergerandina gathayan de jî diyar kir: “Rêya min ne asan bû. Ev keda 8 salan e. Min xwe bi elfabeya Avesta mijûl kir û rêzimana wê xwend. Ez aşneyî êzimana Parthî jî bûm. Di vî warî de alîkariya Dr. Sebastian Heine ji min re cihê rêz û spasiya min e.” 

Dr. Husên Hebeş amaje bi wê jî kir: “Avesta li gorî dîtina min, yek ji mesenî peykerên lîteretûrî, dînî, fîlosofî û zimanî ye di dîroka çanda mirovatiyê de.”

Şevbuhêrka danasîn û îmzekirina pirtûkê, ji aliyê Yaneya El-Meda ya Xwendinê û Peymangeha Gothê ya Almanî li Hewlêrê duh êvarê 9ê Mijdarê hat birêkxistin û tê de hejmarek ji rewşenbîr, nivîskar û hezkiriyên zimanê kurdî amade bûn.  

Dr. Husên Hebeş kî ye?

Husên Hebeş li gundê Çeqmaqa Biçûk yê herêma Efrînê hatiye dinyayê. Xwanda xwe ya seretayî, navendî û amadeyî li Sûryayê temam kiriye. Ji salên 1972an ta 1983-an li Rûsîya xwandiye. Li Zanîngeha Mosko ya bi navê Lomonosv Master di rojnamevanîya radyo û televezyonê de sala 1978an wergitiye, her li wir jî sala 1983an tîtêla Doktor Dr. (ph.D) di filosofiya zanistên filologîyê de bidestxistiye. Di sala 1984an de tev malbata xwe li Almaniyayê dijî.

Ji sala 1987-2000 dersên zimanê kurdî li Bildungswerk “für Frieden” li Bonnê bona kurdan û bîyanîyan dane, pir gotar jî di wan salan de li Almanîya, li dervayî wê pêşkeş kirine.

Sala 2000î dibe mamosteyê zimanê kurdî, di salên 2008 - 2010 de li zaîngeha Bonnê waneyan dide.

Husên Hebeş wek wergervan jî kar dike, ew ji zimanên elmanî, erebî, îngilîzî, rûsî, avestayî û parthî werdigerîne kurdî. Ta niha 23 berhem bi kurdî, erebî, elmanî û rûsî belav kirine. Helbestine wî bi 24 zimanan hatine wergerandin.