Li nava Sûrê Çanda Kosegelî hat zindîkirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê kevneşopiyek a Sersalê bi govenda kurdî, bi cil û bergên rengîn hat zindîkirin. Di kevneşopiyê de li kuçe û kolanên Sûrê serdana esnafan hat kirin, esnafan diyarî bo koma sersalê pêşkêş kirin û peyamên aştî û aramiyê hatin parvekirin.
Ji aliyê Şaredariya Sûr a Diyarbekirê ve şahiyek a Sersala Kurdî hat li darxistin, şahî bi beşdariya endamên Navenda Çandê ya Dîcle Firatê bi gerandina govenda kurdî hat kirin, şahiya ku wek Çanda Kosegelî tê binavkirin li nav Sûrê bi salane hebûna xwe diparêze. Koma ku bi govendê serdana esnafan kir ji aliyê esnafan ve jî bi germahî hat pêşwazîkirin û esnafan diyarî bo komê pêşkê kirin. Esnafan amaje kirin ku kevneşopiyên wisa dibe wesîle ku demek xweş derbas bikin.
Şaredaran û Endamên koma ku li kuçe û kolanên Sûrê bi cil û bergên rengîn derketîn geştê jî amaje kirin ku ew dixwazin sala nu bibe wesîle ku aştî û aramiyek mayînde pêk were.
Hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gulan Onkol: “Em dixwazin aştî û aramî were û hemû pirsgirêk çareser bibin.”
Rêveberê Navenda Çandê ya Dîcle Firadê Mihemed Sur: “Em ji bo hemu gelên bindest azadî dixwazin.”
Endama Navenda Çandê ya Dîcle Firadê Ronya Amed: “Serê salê binê salê xwedê aştî bide vî welatî.”
Welatî Salar Ehmed: “Çalakiyek zor xoş e le Diyarbekir pîroz dikin.”
Gelek kevneşopiyên navçeya Sûrê di nava demê de hêdî hêdî winda dibin û Şaredariya Sûrê jî dixwaze bi van çalakiyan kevneşopiyan zindî bihêlin.