Altan Tan: Rola Serok Mesûd Barzanî girîng û hêja ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Altan Tan dibêje, çûna şanda Dem Partiyê bo herêma Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re gelekî girin e.
Siyasetmedarê Kurd Altan Tan derbarê serdana şandeya Dem Partî ya bo Serok Mesûd Barzanî de, ji K24ê re amaje kir, berê de malbata Barzaniyan di doza Kurdistanê de xwedî rolek girîng e û niha jî Serok Mesud Barzanî di nava hemû kurdan de û din ava qada navneteweyî de xwedî giraniyek û cihek bibandor e û girîng û hêja ye ku serdana Serok Mesud Barzanî were kirin.
Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê duh 15ê Sibatê giheşte Herêma Kurdistanê û îro jî bi Serok Barzanî re dicive û derbarê proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotûbêjan dike.