Biro naveroka civîna ENKS bi Bogdanov re aşkere dike

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Moskoyê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re civiya.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro li Moskoyê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov re civiya.

Di derbarê naveroka civînê de endamê şanda ENKSê Îbrahîm ji K24ê re ragihand, guftûgo li ser rewşa Sûriyê bi giştî hate kirin, bi taybet me xwast em bizanin helwesta Rûsya derbarê mafê Kurd li Sûriyê hatiye guhartin yan ne, nexasim di daxuyaniya dawî gera Astanayê de dijayetiyek li hember mafê Kurd hebû.

Biro da zanîn, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez kir ku helwesta Rûsyayê nehatiye guhartin û Rûsya dibîne ku divê mafê Kurd di destûra Sûriyê de bê parastin.

Biro diyar kir, şanda ENKSê daxwaza zanîna helwesta Rûsya li ser herêma ewle kir û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir ku ew de ne aliyekî wê rêkeftinê ne. Herwiha bi dirêjahî avaftin li ser komîta destûrê hat kirin ku pêşketinek tê de çê dibe û tê pêşbînîkirin di meha Îlonê de komîta destûrê bê ragihandin.

Li pirsa ser herêma ewle Biro diyar kir, avakirina herêma ewle baş e heger şerekî ji Rojavayê Kurdistanê dûr bixe, lê di heman demê de metirsiyên wan hene, koçberên Sûrî yên navçeyên din li Rojavayê Kurdistanê bêne bicihkirin û guhartina demografî çê bibe.

 

 

S. B