Ji serokê nû yê Amerîka dixwazim ku danpêdanê bi serxwebûna Kurdistanê bide

Stephen Mansfield:
kurdistan24.net

 

Di hevdîtineke taybet ligel nivîskarê Amerîkî Stephen Mansfield, ku nivîskarê gelek pirtûkên pir têne firotan ji aliyê New York timesê ve ye û pirtûkek jî bi navê "Mocîzeya Kurd" nivîsiye.

Mansfield yek ji wan kesên piştevaniya Kurd dike li Rojhilata Navîn, bi taybet jî di şerê li diji DAIŞê de.

K24: Bixêrhatina te dikin û emê ji hilbijartinan de dest pê bikin, milmilaneya hilbijartinan gelek tund e, di çend rojên bê de ti nişkaviyek di hilbijartinan de rû dide?

Stephen Mansfield: Di baweriya min de na, bi taybet jî ku dema hilbijartinan gelekî nêzîk bûye,  aşkerekirina Emailên Hilary Clintonê ti guhartineke mezin çê nake. Xatûn Clinton bi sedî 3 di pêşiyê de ye, ev jî di hilbijartinên serokayetiya Amerîka de rêjeyeke bilind e. di baweriya min de Clinton dibe Serokê Amerîka û ti nişkaviyek dernakeve û rojeke nû di siyaseta Amerîka de derdikeve.

K24: li Rojhilata Navîn û bi taybetî pirsa Kurd, ku Kurd roleke ya sereke di şerê DAIŞê de digire. Herwiha Kurd hewla bidestxistina serxwebûna xwe didin. Ma guhartin di siyaseta derve ya Amerîka de li ser pirsa Kurd çê dibe?

Stephen Mansfield: Belê, di baweriya min de bandor li ser pirsa Kurd çê dibe. Birêz Obama rara bû ku bi tundî piştgîriya Kurd bike, ji ber ku tenê di vê dawiyê de destek da Kurd, di demekê de ku divê ji dirêjahiya dema serokatiya xwe de piştevaniya Kurd kiriba. Wek nimûne tenê di vê dawiyê de helwesta xwe li hember birêz Erdogan derbirî derbarê şerê DAIŞê de li Reqayê. Di baweriya min de Helary Clinton û Donald Trump ji Obama biryartir dibin, nizanim birêz Trump heya çendî şarezaya wî derbarê Kurd de gelek e, lê xatûn Clinton ragihandibû, ku piştevaniya Kurd dike. Di baweriya min de her du piştevaniya Kurd dikin. Helwesta birêz Trump li hember DAIŞê tund e û di şerê DAIŞê piştevanê Kurd e. Ji ber wê yekê bi bawer im di vê hilbijartinê de pirsa Kurd berve pêş dibe.

K24: Te amaje kir ku, xatûn Clinton zêdetir piştevaniya xwe ji Kurd re derbiriye. Lê li gor çavdêrên siyasî dibînin, ku siyaseta Washingtonê li hember Kurd ne zelal e û dixawze Kurd wek kartekê bikar bînin û tu jî çêroka piştevaniya Amerîka ji Kurd re dizanî, di baweriya te de dîrok xwe careke din dubare nake? Ma Washington ti siyaseteke stratîjîk bo danûstandinê bi pirsa Kurd re heye, bi teybet piştî nemana DAIŞê?

Stephen Mansfield: Baweriyeke min cuda ji kesên ku di vê derbarê de dinivîsin heye. Di baweriya min de Washington dizane çi dike û planeke me ya stratîjîk heye, lê em ditirsin ku em plana xwe cibicî bikin. Di baweriya min de Amerîka lîstikeke şaş bi Erebistana Siûdiye û Tirkiyê re dilîze û Kurd jidest dide. Herwiha Amerîka gelekî alîgiriyê ji Bexdayê re dike. Di baweriya min de pêwîst e destkarî û pêdeçûnê di rêkeftina ligel Îranê re bike. Divê rasterast piştevaniya Kurd bike, ew jî di demekê de ku arasteyek li Washingtonê heye û li Koşka Spî behsa wê yekê tê kirin, ku dive rasterast piştevaniya Kurd were kirin, birêz Obama jî behsa vê pirsê kir, ji ber vê yekê di baweriya min de Amerîka dizane ku pêwîst e çi bike. Pirsgirêk tenê ew e, nawêre plana xwe cibicî bike, ji ber ku li dostê şaş li Rojhilata Navîn hilbijartiye.

K24: Her çend e Tirkiye hevpeymaniyeke girîng ya Amerîka ye û endamê NATO ye û Amerîka binkeyên leşkerî yên Tirkiyê bikar tine. Bo çi di baweriya te de ku Amerîka siyaseta xwe biguhêre û Kurd ji dêvla dijminên wê hilbijêre?

Stephen Mansfield: Wek hûn dizanin siyaseta birêz Erdogan Washingtonê îhrac dike, ji ber ku bi hinceta PKK êrîşî Kurdên welatên din dike û rêgiriyê li çûna hêzên Amerîka bo şerê Reqayê dike, her çend e birêz Obama rijd e li ser şandinê. Ji ber wê di baweriya min de Amerîka gihêştiye wê baweriyê ku dostekî şaş hilbijartiye. Tenê bizanin jî divê dost rêzê li sozên xwe bigirin. Lê Erdogan xwedî li sozên xwe li hember Kurd û xelkê welatên din dernakeve. Ji ber wê divê Amerîka hinekî pêdeçûnê di pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê bike û ji ber ku hest dike ku hevpeymanekî baş tune ye, ji ber wê yekê divê em pêdeçûnekê ji pêwendiyên xwe re bikin û ji dêvla Tirkiyê, piştgîriya Kurd bikin, tenê wê demê wek hevpeymanan li Tirkiyê temaşe bikin, heger rêz li rêkeftinan girt.

K24: Têbîn û daxuyaniyên te girîng bûn, lê pêwîst e fakterîbûna Rûsya jî li navçê li ber çav bigirin, ku nêzîkbûnek di navbera Tirkiye û Rûsya de heye. Di baweriya te de jidestdana Tirkiyê û çûna wê berve Rusya, Îran û Esed, dê nebe metirsiyek derbarê pêwendiyên Amerîka li navçeyê?

Stephen Mansfield: Di baweriya Min de Amerîka hewl dide parêzgariyê bi hemû hevpeymanên li navçeyê bike, lê dibe ku birêz Putîn jî serxwebûna Kurdistanê di plana xwe ya pêşerojê de danabe û tenê behs jî kiriye. Ji ber wê siyaseta Putîn heger çi ligel mana Esed e, lê derbarê Sûriyê de ne gelek zelal e. lê dikarim bibêjim ti dilxweşiyek di navbera Erdohan û Putin de tune ye, ji ber wê ne di baweriya min de ye ku Tirkiye li navçeyê bibe hevpeymanekî bihêz ji Rûsyayê re. ji ber wê heta niha pirsa Kurd girîngiya xwe jidest nedaye û Amerîka pêwîst e guftûgoyê zêdetir ligel Rûsya bike û fişarê jî bixe ser Esed bo li destkeftên xelkê guhartinê bike ji wê jî ev pêngav dê encamên baş jê derkevin.

K24: Wek dizanin Kurd berve serxwebûna xwe gavan davêje, guftûgo heye derbarê egera encamdana referandûmekê, bi teybet piştî hilbijartina Amerîka. Dîtina we çi ye?

Stephen Mansfield: Ez bi germî piştevaniya referandûmê dikim û piraniya Amerîkanan jî ligel serxwebûna Kurdistanê ne, ji ber ku me di riya tevgerekê serxwebûna xwe bidest xist. Ez dibejim, Kurd miletekî 30 heta 35 milyon e û ne serbixwe ye, divê Kurd welatê wê hebe. Kurd hêjayî dewlet in, bi taybet ku niha bi wêrekî şerê DAIŞê dikin. Herwiha gelekî rûbirûyî zilm û çewsandinê bûne, ji ber wê Amerîka Kurd bi hevpeymanê xwe dizanin.

K24: Lê girft ew e, ku nêrîn û helwesta hikûmeta Amerîka cuda ye ji nêrîna xelkê Amerîka ye û nêrîna her du alî ne wek hev in?

Stephen Mansfield: Rast e hikûmet danûstandineke wê ya taybet bi rêkeftin û hevpeymanan re dike, lê tevgereke bihêz li Amerîka bo piştevaniya Kurd heye. Wek nimûne xatûn Clinton têdigihe girîngiya Kurd, ji ber wê du caran navê Kurd anî. Ji ber wê yekê bi bawer im piştevaniyeke giştî heye bo serxwebûna Kurdistanê û encamdana referandûmê û xatûn Beyan Samî Ebdirehman karekî gelek baş kiriye bo ronîkirina pirsa Kurd li Amerîka, ji ber wê ez û xelkekî pir li Amerîka piştevaniya Kurd dikin.

K24: Gelek baş e, ma bi nêrîna te divê Kurd li Amerîka çi bikin, bo ew zêdetir Kurd binasin û piştevaniya wê zêdetir bibe?

Stephen Mansfield: Ez bi tundî dixwazim ku Kurd li Amerîka dengê xwe bilind bikin û behsa pirsa xwe bikin. Herwiha xwe bigihînin û bixwînin û zêdetir pirsgirêka Kurd ronî bikin, ji ber Amerîkî ne gelekî bi pirsa Kurd şareza ne, bi zehmetî Kurd ji xelkên din yên Rojhilata Navîn dinasin, ji ber wê pêwîst e pirsa Kurd ronî bibe, ji ber ku Amerîkî bi meraq in zêdetir derbarê Kurd de bizanin, ji ber wê pirtûka min û pirtûkên din yên li ser Kurd pir hatin firotan. 

Pirtûka “Mocîzeya Kurd” ya Stephen Mansfield.

 

K24: Birêz Mansfield ta çendîn pirtûk derbarê siyaseta û biography de nivîsiye, çi lê kirk u bi taybetî derbarê Kurd de binivîsî?

Stephen Mansfield: Ez li bajarê Nashvillê ya wîlayeta Tennessî dijîm û li wê deverê hejmareke mezin ji Kurd diman. Mi gelek tişt li ser Kurd nizanî û wê demê min gelek têklî ligel çaêakvanên siyasî yên Amerîka dikir, ji ber wê min bi Kurdan re dida û distand û peyama Kurd digihand dostên xwe yên di Kongressê de û bûm dengê wan. Piştre ligel çend rêxistinên ne fermî serdana Kurdistanê kir, ku bandoreke mezin li ser min çê bû, ku pirtûkekê li ser wan binivîsim.

K24: Dikarî bi hûrgilî derbarê çawaniya Kurd bandor li ser te çê kir, bike?

Stephen Mansfield: Belê, wek hûn dizanin ku Kurd miletekî gelekî taybet in û gelekî dostane û mêvanas in. dîrok, keltur û cilûbergên wan taybet in. gelek bi wêrane lihember DAIŞê rawestiyan, van yiştan hêşt u bandorek li ser min çê bibe, ji bilî wê û ji ber ku ez dîroknivîs im, min gelek li ser Kurd xwendiye û gelek tişt ji wan fêr bûm, ku li dibistan fêr nabûbûm.

K24: Tu dîroknivîs î û lêkolîn li çend netewan kiriye, ji wan jî bi taybet Kurd. Bi berçavgirtina hemû tiştên ku te behsa wan kirine, wek ew aştîxwaz in û welatê ti kesan dagîr nekirine û destdirêjî li ser kesî nekirine, bo çi dîroka wan pir bi azar e li Rojhilata Navîn?

Stephen Mansfield: Di sedsala borî de nabêjim ku şaşbûnê Kurd hebûn, lê di demeke stratîjîk û dîrokî de derfeta serxwebûnê bo Kurd hatibû, lê Kurd ne amade bûn. Min di pirtûkekê de xwend ku behsa Kurd di dawiya çerxa 18an de dike, piştre di şerê cîhanî ya yekem de xiyaneyeke mezin lê hate kirin, ew jî ji ber pirsgirêkên olî girîngî nedan Kurd. Kurd di wê demê de pêwîst bû xwe amade bikira bo serkirdeyatî û bihêzkirina pêgehê xwe, lê ew derfet nedît, lê di baweriya min de niha jî ew rewş hatiye guhartin û tiştê serinrakêş di salên bê de rû dide.

K24: Li gor şarezaya te, pêşniyar û aojkarên te bo serokê bê yê Amerîka ci ne, derbarê Kurd de?

Stephen Mansfield: Ezê bêjim, bi pêwendiyên xwe de yên ligel Siûdiye û Tirkiyê pêde biçe. Herwiha li rêkeftinên xwe ligel Bexdayê de pêde biçe. Piştgîriya xwe bi serxwebûna Kurdistanê ragihîne û min jî bike balyozê Amerîka li dewleta Kurdistanê ya serbixwe (Henekan dikim)

Herwiha xwe amade bike bo serxwebûna Kurdistanê û alîkariyên leşkerî û darayî bide Kurdistanê, bi taybet ya darayî, ji ber ku di van krîz û şeran de pêwîstî bi alîkariya darayî heye. Herwiha ji ber sedema şerê Mûsilê û hatina koçberan bo Kurdistanê, du caran krîza mirovî mezin bûye. Di barweriya min Hilary Clinton û Donald Trump bi wan hûrgiliyan nizanin. Ev pêşniyar û şîretên min in. di baweriya min jî di çar – pênç salên bê de Kurdistaneke serbixwe dibînin.

K24: Gelek kêfxweş in bi amadebûna te di bernameya K24ê de û zor spas bo hemû hevkariyên te yên ku te pêşkêşî Kurd kirine.