Helbestvan Mueyed Teyib dîwaneke helbestê çap kir

Helbestvan Mueyed Teyib dîwaneke helbestê bi navê "Gemiyek li Nav Biyabanê" bi tîpên Latînî çap kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Pirtûka dawî ya helbestan ya nivîskar û helbestvan Mueyed Teyib li Bakurê Kurdistanê bi navê "Gemîyek li Nav Biyabanê" bi Latînî ji nava weşanên Avestayê derçû. Li ser pirtûka xwe ya dawî, poetîkaya helbestên xwe û peywendîyên edebî yên 4 parçeyên Kurdistanê Mueyed Teyib bo K24ê axivî.

Siyasetmedar, nivîskar û helbestvanê Kurd Mueyed Teyib pirtûka xwe ya dawî ya helbestê piştî ku di meha Sibatê da li Duhokê bi tîpên Erebî çap kir, îja li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê jî di serê meha Tebaxê da ji nav weşanên Avestayê ji alîyê Zinarê Melê ve bo tîpên Latînî hat veguhestin û bi navê "Gemiyek li Nav Biyabanê" da weşandin. Ev koma helbestên wî yên 3yan e ku li Stenbolê bi tîpên Latînî çap bûye. Pirtûka dawî ya Mueyed Teyib ji alîyê xwendekarên wî yên Bakurî ve rastî eleqeyeke mezin tê û ew jî ji vê eleqeyê gelekî kêfxweş e. Me li gel helbestkarê Duhokî li ser pirtûka wî ya dawî li Enqereyê hevpeyvîneke çêkir.

Mueyed Teyib dibêje, ev helbestên wî yên nû ne û ji bo ku xwendewanên bakur bikaribin bixwînin ew bi Latînî jî daye çapkirin.

Di şi'ir û poetîka Mueyed Teyib da bi têra xwe êş, azar, bêhêvîtî, Enfal, koçberî û şoreşa Kurd û Kurdistanê heye. Şair bi metafora gemîya ku xêlîyên wê diryaye qesda Kurdistana ku li nav Rojhilata Navîn ji behrê derketîye û di nav bîyabanê da maye; bangewazî li hemû Kurdan dike ku ew gemîyê derbasî nav mekanê wê yê eslî deryayê bikin.

Di nav 4 parçeyên Kurdistanê da problema alfabeyê hêj didome. Bakur û Rojava bi alfabeya Latînî, lê Başûr û Rojhilat bi alfabeya Erebî dinivîsîn, ev jî rê li ber tevlihevî û jihevnefemkirinê vedike. Mueyed Teyib dibêje, bi pêşketina ragihandin û geşbûna rojnamegerî û televîzyongerîya Kurdî ra êdî zêdetir Kurdên 4 parçeyên hevûdin fêm dikin.

Mueyed Teyibê ku berîya niha helbestên wî yên curbicur ji alîyê nivîskar Selîm Temo ve bo Tirkî hatibû wergerandin û bi navê "Kum ve Ateş" hatibû weşandin li ser meseleya wergera berhemên Kurdî bo zimanê Tirkî jî radiweste û dibêje, ew pêşî bi Kurdî dide çapkirin dûra piştî wextekî bi Tirkî dide çapkirin. Her wiha Mueyed Teyib dide zanîn ku hin helbestên "Gemîyek li Nav Bîyabanê" jî tê de be wê wek çapa duyem ya berfirehkirî ya "Kar ve Ateş" vê payîzê ji nav weşanên Avestayê bête weşandin.