Egîtîm Sen: Dersên bijarte yên Kurdî girîng in lê têr nakin

Bi destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê re li bakûr nîqaşên li ser mafê perwerdehiya bi Zimanê Kurdî zêdetir bûn. Platforma Zimanê Kurdî bang kiribû ku her malbat di dibistanan de ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêre. Rayedarên Sendîkaya Perwerdehiyê jî dibêjin; em dersên bijarte erênî dibînin lê em têr nabînin; ji ber vê jî divê di her qada jiyanê de daxwaza perwerdehiya bi Zimanê Kurdî were kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Bi destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê re li bakûr nîqaşên li ser mafê  perwerdehiya bi Zimanê Kurdî zêdetir bûn. Platforma Zimanê Kurdî bang kiribû ku her malbat di dibistanan de ji bo zarokên xwe dersên Kurdî hilbijêre. Rayedarên Sendîkaya Perwerdehiyê jî dibêjin; em dersên bijarte erênî dibînin lê em têr nabînin; ji ber vê jî divê di her qada jiyanê de daxwaza perwerdehiya bi Zimanê Kurdî were kirin.

Endamên Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partî û rêxistinan pêk tê, bi destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê re bang li malbatan kiribû ku ji bo zarokên xwe dersên bijarte yên Kurdî hilbijêrin. Lê rayedarên Sendîkaya Perwerdehiyê Egîtîm Sen; dersên bijarte têr nabînin. Hevserokê Sendîkaya Perwerdehiyê ya Şaxa Diyarbekirê Recep Şîmşek dibêje; ger ku em girîngiyeke zêde bidin dersên bijarte yên Kurdî, wê demê keda me ya ku li ser daxwaza perwerdehiya bi Zimanê Dayîkê hatiye kirin, berhewa dibe.

Hevserokê Egîtîm-Sen'ê ya Şaxa Diyarbekirê Recep Şîmşek ji K24ê re got: "Em dibêjin Gelê Kurd gelekî qedîm e û hejmara wî jî di vê axê de gelek zêde ye û ji duh heta îro li ser vê axê jî heye û ev mafê wî yê gerdûnî ye, tu nikarî pêşî lê bigirî. Ji ber vê yekê em piştgiriyeke wisa zêde nadin dersên bijarte yên Kurdî, em wekî gaveke biçûk dibînin û em dibêjin; bi vî awayî na, bila awayekî fermî di makezagonên bingehîn de were diyarkirin."

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) di 29'ê Cotmeha 2018'an de hat avakirin û ji bo bidestxistina mafên Zimanê Kurdî, ji civînên giştî komîsyonan ava kir û komîsyon jî ji bo bipêşxistina Zimanê Kurdî xebatên xwe didomînin. Endamê Platforma Zimanê Kurdî Sedat Dogan jî dibêje; li gorî me jî dersa bijarte gaveke biçûk e lê çiqas daxwaz zêde bibe, dê ewqas pêşî li mafê perwerdehiya bi Kurdî vebibe.

Endamê Platforma Zimanê Kurdî Sedat Dogan dibêje: "Tê bîra me, heta salên 1980'yî, tu li qadên vî bajarê bigeriyayî, te tu kesekî ku bi Tirkî biaxiviya nedidît. Xwezaya vê erdnîgariyê bi Kurmancî û Zazakî bû lê îro tu herî bajarê herî dûr, gundê herî dûr tu herî gundekî Colemêrgê ku hidûdê Îran û Iraqê ye; tu herî wê derê jî zarokên wê derê mixabin bi Kurdî naaxivin. Ev pirsgirêk ne ev tenê ye. Pirsgirêk ji dayîkê ye, ji bab e, di malbatê de ye, di dorhêlê de ye. Divê ziman ji jiyanê veneqete, dema ku ziman ji jiyanê veqetiya wê deme tu ziman dikujî. Armanca me jî ev e. Wekî Platforma Zimanê Kurdî jî hedefa me ev e ku em zimanê Kurdî bikin zimanê jiyanê."

Bi serdema nû ya perwerdehiyê re tenê li Diyarbekirê, li hezar û 725 dibistanan; 461 hezar xwendekar perwerdehiyê dibînin. Armanca endamên Platformê jî ew e ku her malbat dersa bijarte tercîh bike da ku daxwaza ji bo Zimanê Kurdî li nav jiyana rojane belav bibe.