Di salekê de 15 hezar zarok di şer de mirine

Li Stenbolê di panela der barê zarokên penaber de hat sazkirin, lêkolîner bal kişandin ser kêşeyên sereke yên zarokan.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Stenbolê di panela der barê zarokên penaber de hat sazkirin, lêkolîner bal kişandin ser kêşeyên sereke yên zarokan. Panelîst amaje kirin li cîhanê bi milyonan zarokên penaber ji mafê perwerdehiyê bê par man e û ev bo dahatûya wan kêşeyek mezin e, mezintirîn metirsî jî ew e ku bi deh hezaran zarokên ku aqûbeta wan nayê zanîn dibe ku ketibin destê çeteyan.

PKG Roja 20ê Mijdarê ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve wek mafê zarokan a li cîhanê hatiye pejirandin, da ku giringî bê dayîn mafên zarokan ên perwerdehî, tenduristî û azadî, lê belê li gor amarên dawî yên Bûroya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî 30 milyon zarok ji ber şer û neçarî dûrî ji welatê xwe dijîn û di nav saleke dawî de 15 hezar zarok di şer mirine.

Bi milyonan zarokên penaber nikarin herin dibistanê û kêşeya perwerdehî bo dahatûya zarokan kêşeyeke mezin tê destnîşankirin.

Li gor pisporên ku li ser gotûbêjkirina kêşeyên zarokên penaberan di panelekê de li Stenbolê li hev civiyan, ji bo çareserkirina kêşeyên zarokan tedbîrên demkî tê girtin, lê ev çareyeke mayinde nîn e.

Hiqûqnas Îbrahîm Ergîn ji K24ê re got: “Der barê perwerdekirina zarokên penaber de navendên demkî yên perwerdehî hebûn, lê piştî ku ew nedihatin kontrolkirin ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatin girtin. Niha li kampan zarokên penaber bi zimanê dayika xwe tên perwerdekirin. Lê belê nêzî 400 hezar zarokên Sûrî hene ku ji ber nebûna derfetan nikarin herin dibistanan.”

Panelîst bal kişandin ser berdewamiya şerê li Sûriyê û amaje kirin hejmara zarokên penaber ên li navenda koç û kampan her ku diçe zêdetir dibe.

Lêkolîner Humeyra Kutluoglu Karayel dibêje: “Li Sûriyê niha di gelek girtîgehan de ji 18 salî biçûktir gelek zarok hene û şkence li wan tê kirin. Li gel vê gelek zarokên dûrî ji welatê xwe mane hene, li xeribiyê tehde li wan tên kirin ev trawmayeke mezin e bo zarokan.”

Pispor û lêkolîner amaje dikin bi deh hezaran zarokên koçber ku li welatên cuda belav bûne aqûbeta wan nayê zanîn û mezintirîn metirsî ew e ku ew zarok ketine destê çeteyan.