Amerîka: Divê Kurd beşek ji hikûmeta Sûriyê ya dahatî bin

Amerîka careke din piştevaniya Kurdên Sûriyê dike û rijd e ku Kurd beşek ji pêşeroja hikûmraniya Sûriyê bin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka careke din piştevaniya Kurdên Sûriyê dike û rijd e ku Kurd beşek ji pêşeroja hikûmraniya Sûriyê bin.

Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus di bersiva pirseke K24ê derbarê rola Kurd li Sûriyê de ragihand, Wezîrê Derve çendîn car e gotiye em dixwazin her aliyek di guftûgoyan de beşdar be û bêgûman me piştevaniya Kurd kiriye ku bibin beşek ji hikûmeta dahatî ya wî welatî. Kurd li Sûriyê hevbeşeke mezin e.”

Got jî: “Piştevaniya biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî dikin û wê biryarê dikine bingehek ji her guftûgoyekê re, ji bo gihîştina bi çareseriya siyasî li Sûriyê.”