Ajalên nû li gola Wanê peyda bûne û li ser masiyan metirsî ne

Di salên dawî de, hin ajalên ku hîç li hewildorî û gola Wanê nehatine dîtin peyda bûne.
kurdistan24.net

K24 – Wan

Li Wanê ajalekî nû di rûbar û bendavan de peyda bûye ku bi hêkên masiyan xwedî dibe û li ser take cure masiyê Wanê metirsî peyda dike. Akademisyen, masîgir û aktivistên parastina behra Wanê radigihînin ku dîroka behra Wanê ya ku tê zanîn teqrîben 6 hezar sal e, lê ev cure ajal hîç li hewildoriya hewza Wanê peyda nebûye û şika xwe tînin ziman ku ew ajal a bi navê kerevit, ji aliyê hin kesan ve ji derveyî Wanê hatiye anîn.

Di salên dawî de, hin ajalên ku hîç li hewildorî û hewza Wanê nehatine dîtin peyda bûne. Akademisyen û xweciyên li Wanê jî, tînin ziman ku ew cure ajal, bi destên mirovan tên vê derê û ji ber beşek ji xwazaya hewza Wanê jî nîn in, li ser besteka deverê xeter û metirsîdar dibinin. Herî dawî jî ajala kerevît ku di tu serdemekî de li deverê nehatiye dîtin, peyda buye û aktivîst xwezayî û masîgir wek metirsî dibinin.

Serokê Komeleya Parastina Hewildorî û Xwezayê ÇEV-DERê yê Wanê Elî Kalçik tîne ziman ku ev cure ajal, yanî kerevît, wek cureke wêrankar tê zanîn û ji ber ku beşek ji xwezaya vê deverê nîne jî dive ku bibe sedema encamên xeter.

Elî Kalçik ji K24ê re got: "Ev kerevîtên ava şêrîn heta niha li vir çê nebûye. Ev car jî bi awayekî xwezayî peyda nebûne, bi destên hin kesan hatinê vê deverê. Ev cureya kevjalê jî hêq û masiyên behra Wanê dixun. Her kerevît salê 400 hêk datînin loma jî bil ez û hêz zede dibin. Dema ku zede bibin bikevin gola Wanê, masiyan nehêlin."

Akademisyenên ku li ser berhem û ajalên li hewza Behra Wanê lêkolîn û xebatan dikin jî ragihandin ku di 6 hezar dîroka behra Wanê de, ev cureya kevjalê kerevît, tu car nehatiye dîtin û ew texmîn dikin ku bi destên mirovan û bi armanca ku bazareke nû ya kerevîtan peyda bikin ev ajal, ji bo vê derê hatine veguhastin.

Serokê Yekîtiya Masîvan û Masîgirên Behra Wanê Ubeydullah Demir jî balê kişand ku li Wanê teqrîben 15 hezar kes ji masiyên Wanê debara xwe dikin û divê ev nirxê vî bajarî bê parastin û nebe qurbana hin armancan.

Ubeydullah Demir dibêje: "Ew kerevît ku peyda buye, heta niha me li tu ciyekî nedîtibû. Ev 38 sal in ku ev masîvanî û masîgirî dikim me nedîtiye. Feqet mamosteyên li zaningeha Wanê dîtine.Masiyên me ji bo hêk danînê bi çeman ve dikişê û li wir hêkên xwe dirêjin. Divê zaningeh û rayedar li vê meseleyê xwedî derkevin. Ji ber ku em teqrîben 15 hezar kes debara xwe bi masiyên Wanê dikin."

Bi navê xwe yê Latînî, kerevîtê ava şîrîn wek xwarineke ku bihayê wê gelek giran e jî tê zanîn û welatî û zanist deverê radigihînin ku wek cureyeke mîdyeyê ku teqrîben 2 sal berê yekem car liv ê deverê hatibû dîtin û ew jî masiyan dixwe, kerevît jî bi destên hin kesan û bi armanca bazirganiyê hatine vê dere.