Peywendiyên Tirkiye û NATOyê ber bi kû ve diçin?

Alozîya di navbera Tirkiye û NATOyê da her ku diçe zêdetir xwe dide der.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Alozîya di navbera Tirkiye û NATOyê da her ku diçe zêdetir xwe dide der. Pisporên Tirkiyeyê dibêjin ger çareyekê ji vê kêşeyê ra neyê dîtin wê NATO di nav proseyê da ber bi hilweşandinê ve biçe. Her wiha pispor bal dikşînin ser rola Tirkiyê ya di nav NATOyê da û dibêjin, hevkarîya Tirk û Rûs û hebûna penaberan rola Tirkiyeyê pesend dike û zêdetir derdixe pêş.

Ber bi Lûtkeya Serokan ya NATOyê alozîya heyî ya di navbera Tirkiye û NATOyê da jî her ku diçe kûrtir dibe. Di civîna bergirîyê da piştî ku plana parastinê ya Tirkiyeyê ya ku tê da YPG û PYD wek gef û rêxistinên terorî dihat dîtin hat redkirin, Tirkiye jî plana parastinê ya bo welatên Baltik û Polonyayê ya li dijî Rûsyayê veto kir û alozî xwe zêdetir da der. Li ser vê yekê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê daxuyanîyekê da û got, hesasîyeta ku bo welatên din tê nişandan divê bo Tirkîyeya hevpeyman jî bê nîşan dan. Her wiha hikûmeta Tirkiyê radigihîne ku NATO di şerê li dijî YPG û HSDê de alîkariya wan nekiriye û Tirkiye bi tenê hiştiye.

Pispora peywendîyên navneteweyî Denîz Altinsoy dibêje, li Sûrîyeyê hevkarîya Tirkiye û Rûsyayê û hebûna penaberan rola Tirkiyeyê ya di nav NATOyê pesend dike.

Denîz Altinsoy ji K24ê re wiha axivî: "Êdî dinya ji du alîyan ber bi piralîbûnê ve diçe. Hevkarîya Tirkiye û Rûsyayê û mijara penaberan di nav NATOyê da rola Tirkiyeyê girîngtir dike. Ev tişt Tirkiyeyê dike aktorekî girîng. Li gorî min wê Tirkiye û NATO lihev werin, lê belê ev yek wê din av pêvajoyê da pêk were."

Her wiha hin pisproên ewlehîyê jî balê dikşînin ser egera lihevhatina Tirkiye û NATOyê û didin zanîn ger ev alozî berdewam bike egera hilweşandina NATOyê jî wê were rojevê.

Pisporê Ewlehîyê Kurşat Atilgan diyar dike:"Piştî ku Pakta Warşovayê hilweşîya şûnve belkî jî ev civîna NATOyê bibe civîna herî dijwar. Tirkiye dixwaze NATO plana wî ya parastinê qebûl bike û YPGê wek gef bibîne. Li gorî min wê Sekreterê Giştî yê NATOyê ji vê pirsgirêkê ra çareyekê bibîne. Nexwe wê NATO bê bêbandorkirin û ber bi hilweşandinê ve biçe."

Di 3-4ê vê mehê da li Londonê wê lûtkeya serokan ya NATOyê birêve diçe û wê Enqere hewl bide ku him plana Herêma Ewle û him jî plana parastinê bi welatên NATOyê bide qebûlkirin.