4em gera hevbeş a Rûsî – Tirkî li Kobanê hat kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Gereke çavdêriyê ya hêzên Rûsî û Tirkî li gundewarê Kobanê birêve çû û helîkopterên Rûsî jî ji ezman ve çavdêriya rewşê dikirin.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê Ridwan Bêzar da zanîn, îro gereke hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî birêve çû û di dema encamdana gerê de jî, helîkopterên Rûsî ji esman ve çavdêriya rewşê dikir.
Peymnêrê me diyar kir, gera hevbeş ji gundê Xerîb li rojhilatê Kobanê destpê kir û piştre otombîlên serbazî yên her du aliyan berê xwe da gundê Bexdikê û gera wan li wî gundî bidawî bû.
Di çarçpveya hevtêgihîştina Rûsya û Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, ev 13emîn gera hevbeş a hêzên Rûsî – Tirkî li Rojavayê Kurdistanê bi giştî ye û ya 4emîn e li gundewarê Kobanê ye.
S. B