Berpirsekî Amerîka: Berpirsayetiya exlaqî ya Amerîka li hember Kurd heye

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka tekez kir, berpirsayetiya exlaqî ya Amerîka li hember Kurd li Iraq û Sûriyê heye.
kurdistan24.net

K24 – Washington

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka tekez kir, berpirsayetiya exlaqî ya Amerîka li hember Kurd li Iraq û Sûriyê heye.

Serokê Komîta Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka Eliot Engel ji K24ê re ragihand, pêwîst e îdareya Serokê Amerîka Donald Turmp Kurdên Sûriyê biparêze û rê nede Tirkiye êrîşî wan bike.

Got jî: Berpirsatiya Washingtonê ya exlaqî heye ku piştevaniyê li hevpeymanên xwe li Sûriyê bike û wan piştguh neke.

Her çend e pêştir Serokatiya Amerîka bi niyaz bû hêzên xwe ji Sûriye, Efganistan û çend welatên din vekişîne, lê ev yek rastî nerazîbûnê hat û bi xiyanetiya li hevpeymanan hat binavirin.

Niha jî ji ber aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, daxwaz ji nava hêzên Amerîkî tê kirin, zêdetir hêzên bişîne Rojhilata Navîn.  

 

 

S. B