HSD 42 çekdarên DAIŞê dîl girtin

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Şedadê ku dikeve başûrê bajarê Hesekê, encamên operasyona li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li Dêrazorê hatiye kirin, ragihand û got, di operasyonê de gelek çek û teqemenî hatine desteserkirin û zêdeyî 40 kesî jî dîl hatine girtin.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Şedadê ku dikeve başûrê bajarê Hesekê, encamên operasyona li dijî şaneyên razayî yên DAIŞê li Dêrazorê hatiye kirin, ragihand û got, di operasyonê de gelek çek û teqemenî hatine desteserkirin û zêdeyî 40 kesî jî dîl hatine girtin.

Dema DAIŞê di Baxozê de têk çû û HSD serkeftina xwe ragihand, ji raya giştî re got: DAIŞ li ser xakê têk çûye, lê şerê li dijî rêbaz û şaneyên razayî dê berdewam be. Di konferanseke rojnemevanî de fermandariya HSD ragihand, di yekemîn operasyona li dijî şaneyên razayê yên DAIŞê ya ku di 15 meha Gulanê de despê kir û tenê 2 rojan dirêj kir, HSD karîbû hin serkeftinan bi dest bixe. Fermandarên HSD dibêjin, armanca wan ji vê operasyonê ku rewşa ewlehiya herêmê piştî DAIŞê cîgir bikin, da ku xelkên deverê bi aramî bijîn.

Fermandarê di operasyonê de Dijwar Heleb ragihand, “Nêzîkî 5 hezar şervan tevlî vê operasyonê bû. Ev operasyon dê berdewam be. Armanca me ji vê operasyonê ew e, ewlehiya gelê Dêrazorê biparêzin. Me 42 çete girtin.”

Di operasyona navbûrî de 5 hezar şervanên HSD tê de beşdar bûn û di rûberekî 80 k.m û li ser dirêjahiya 180 k.m destpê kir. Di operasyonê de şervanên HSD karîbûn derbasî hin tonelên ku ji nû ve hatine ava kirin bibin û di encamê de gelek çek û teqemenî desteser bikin û zêdyî 40 kesî dîl girtin. Di derbarê çarenivîsa wan kesan de, fermandarên HSD dibêjin, piştî lêpirsînê bi wan kesan re, dê çarenivîsa wan diyar bibe.

Fermandariya HSD dibêje, herêma Dêrazorê herêmeke zengîn e bi kêlgehên neftê û hemû alî di xwazin dest deynin ser vê herêmê. Piştî serkeftinên HSDê li dijî DAIŞê, şanên razayî û hin aliyên din kesên sivîl bikar tînin da ku tevlîheviyan çê bikin, ji ber wê jî ewê di operasyonên hevawa de berdewam bin, ta ku herêma Dêrazorê ji DAIŞê û hevalbendên wê paqij bibe.