Parêzerê Demîrtaş: Hêvîya azadkirina Demîrtaş tim heye

Hevserokê berê yê HDPê Silahetîn Demîrtaş ku nêzî 3 salan e girtî ye di nav mehekê da cara duyem e ku derdikeve pêşberî dadgehê.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Hevserokê berê yê HDPê Silahetîn Demîrtaş ku nêzî 3 salan e girtî ye di nav mehekê da cara duyem e ku derdikeve pêşberî dadgehê. Demîrtaş di parastina xwe da behsa proseya aştî û çareserîyê kir û got, tawanbarîyên li dijî min hemû pûç in, min bes bo aştî û çareserîyê xebat kirîye. Parêzerên Demîrtaş û rayedarên HDPê jî dibêjin, doza Demîrtaş ji serî ve sîyasî ye ne hiqûqî ye û li gorî hiqûqê divê Demîrtaş bê azadkirin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş cara dehem e ku derdikeve pêşberî şandeya dadgeha 19emîn cezayê giran a Sincana Enqereyê. Doza derbarê Demîrtaşê ku 2 sal û 8 mehan zêdetir e li girtîgeha Edîrneyê ye, bi daxwaza 142 sal cizayê girtîgehê tê darizandin ji 32 fezlekeyan pêk tê. Demîrtaş di rûniştina roja ewil ya 16ê Tîrmehê da li ser fezlekeya jimare 29an parastina xwe kir û got, min bes bo aştî û çareseriyê kar û xebatên siyasî kiriye. Di doza ku Demîrtaş bi riya telekonferansê beşdar bû da 17 parêzerên Demîrtaş jî amade bûn.

Li gorî Parêzerê Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar doza Demîrtaş ne hiqûqî ye bes sîyasî ye û ew her çiqas hêvîdar bin ku Demîrtaş bê azadkirin j, ji berk u cizayê wî yê pesendkirî heye, niha tehlîyekirina wî ne mimkun e.

Parêzerê Demîrtaş Mehmet Emîn Aktar wiha ji K24ê re axivî: "Demîrtaş ji ku kiryareke krîmînal nehatîye girtin. Demîrtaş ji ber fikr û ramanên xwe û tevgerên xwe yên sîyasî dîl hatîye girtin. Her kes bi vê yekê dizane. Dibêjin dibe ku li gorî konjokturê Demîrtaş bê berdan. Kesekî ku sûcekî kiribe, zagona dewletê her zagon e, yanê li gorî hiqûqa dewletê kesekî ku sûc kiribe tu nikarî wî berdî, kesekî ku sûc nekiribe tu dikarî wî berdî. Ji loma jî girtina Demîrtaş jî liv ê derê darizandina wî jî li gorî hiqûqê nîne. Bingeheke wê ya hiqûqî nîne. Ji ber vê jî hêvîya azadkirina wî tim heye. Ji loma jî Demîrtaş tu carî xwe li vir ne parastî ye."

Li alîyê din çendîn parlamenter û rayedarên HDPê yên wek Meral Daniş Beştaş, Saruhan Oluç, Kemal Pekoz û Mahmut Togrul û parlamenterê Kurd yê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî di doza Demîrtaş da amade bûn. Li gorî parlamenterê HDPê yê Dîlokê Mahmut Tugrul doza Demîrtaş têk çûye û Demîrtaş bi bersivên xwe yên têr û tije yek bi yek van îdia û tawanbarîyan pûç kirîye.

Parlamenterê HDPê Mahmut Togrul dibêje: "Em dikarin bibêjin ku Demîrtaş dadgehê didarizîne. Moral û motîvasyona wî gelekî bilind bû. Bi rastî ev doz niha têk çûye. Demîrtaş yek bi yek bersiv da îdiayan û hemû argumanên doznameyê pûç kir. Li gorî rewşa hiqûqî divê Demîrtaş yekser bê azadkirin. Berdewamîya girtina wî sûc e. Lê belê ji ber ku ev dozeke polîtîk e, dadgeh jî wê biryareke polîtîk bide."

Di nav raya giştî ya Tirkîye û bakur da her çiqas hêvî û bendewarîya azadkirina Demîrtaş bilind bûbû jî, di 18 û 19ê Hezîranê rûnitina dawî ya Demirtaş da şandeya dadgehê li beramberî dij derketina endamekî bi du endaman biryara berdewamîya girtina Demîrtaş dabû. Li gorî parêzerên Demîrtaş û rayedarên HDPê bi egereke mezin wê dadgeh biryara berdewamîya girtina Demîrtaş bide. Lê belê tê çaverêkirin ku ri rûniştina dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya 18 ê Îlona 2019an da wê Dadgeha Mafên Mirovan biryareke erênî bide û wê dadgeha Tirkîyê jî ji neçarî pabendî bi biryarê bike û Demîrtaş jî bê azadkirin.