Ji Herêma Kurdistanê gelek geştyar cejnê li Stenbolê derbas dikin

Bi hatina cejna qurbanê re hejmarek zêde ya geştyaran ji bo ku cejna xwe pîroz bikin serdana stenbolê dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Bi hatina cejna Qurbanê re sed hezaran niştecihên stenbolê ji bo pîrozkirina cejnê ji Stenbolê derdikevin. Lê li gel wê ji gelek welatên Misilmanan hejmarek zêdetir ya geştyaran ji bo pîroz kirina cejnê serdana stenbolê dikin. Ji Herêma Kurdistanê jî gelek geştyar li Stenbolê cejna xwe derbas dikin.

Bi hatina cejna qurbanê re hejmarek zêde ya geştyaran ji bo ku cejna xwe pîroz bikin serdana stenbolê dikin. Bi taybetî ji welatên kendava Ereban, Herêma Kurdistanê, Îran û welatên dî yên Misilmanan gelek geştyar cejna xwe li Stenbolê derbas dikin. Ev grupa geştyarên ji Herêma Kurdistanê hatîn jî radgihînin wan xwestiye îsal cejneke ji yên salên borî cudatir pîroz bikin lewma wan serdana Stenbolê kirine û ew li stenbolê hem serdana cihên geştyarî dikin hem jî dinav hev de cejneke xweş pîroz dikin.

Geştyar: “Pêşîyê ez cejna hemî millete Kurd pîroz dikim. Cejna hemû xwe xwe û mirovê xwe pîroz dikim. Rastî me xwest em vê carê cejneke cûdatir pîroz bikin. Yanî em ji bo guherînekê hatîne vêderê. Xwedê pilaneka me heye em derkevin derveyî Stenbolê û hinek cihên nû bibinin. Ez li gel xêzana xwe û hevalên xwe.”

Geştyar: “Bo geştê ev der gelekî xweş e.qedrê mirovî gelekî digirin û rêza heyî. Înşilleh her xweşiyê de bin. Cejna hemiyan pîroz dikem kak Serok Barzanî,xêzana xwe, xuşk û birayê xwe li Duhokê. Me pilaneka heyî emê sibê rabin dê biçin ji xwe re derkevin. Em malbat pêkve hatîne vêderê. Heta niha gelekî xweş e.”

Bi hatina cejnê re otel, berav û hemû cihên geştyariyên stenbolê van rojan ji geştyaran tije bûne. Ji ber wê jî li piraniya cihên geştyariyê yên stenbolê ji welatiyên Herêma Kurdistanê bigirin heta yên ji Erebîstana Siûdî û Îranê zêdetir geştyar peyda dibin.

Geştyar: “Ev der gelek xweş e. Em hatîne hewaya xwe biguherînin û hewaya vêderê xweş e. Ez cejna miletê Kurd hemiyan pîroz dikim, ya mala xwe, dayik û bavê xwe û xwezûrê xwe pîroz dikim. Xwedê li vêderê cejn ji nik me cûdatir e. Ji her cihan xelk tên vê derê. Cihekî xweşe û mirovên wan li gel me baş in.”

Li gel hatina cejna qurbanê herçiqes sed hezaran niştecihên stenbolê ji bo pîroz kirina cejnê ji stenbolê derketîbin jî ji gelek welatên misilmanan hejmarek zêdetir ya geştyaran ji bo pîroz kirina cejnê serdana Stenbolê dikin.