Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê nîgeran in

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê di metirsiya dûrketina ji xwendinê de ne, ji ber ku êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin berdewam in, xwendekar jî bi tirs in ku wek xwendekarên Efrîn û Serê Kaniyê koçber bibin.
kurdistan24.net

K24 – Kobanî

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê di metirsiya dûrketina ji xwendinê de ne, ji ber ku êrîşên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin berdewam in, xwendekar jî bi tirs in ku wek xwendekarên Efrîn û Serê Kaniyê koçber bibin.

Xwendeka beşa Wêjeya Kurdî Lava Ehmed di vê derbarê de ji K24ê re diyar kir: “Em di rewşeke şer de ne, metrisiya me ew e, ku ev zanîngeh bê girtin yan xwendina me dereng bikeve. Li Girê Sipî zanîngeh hate girtin, em jî ditirsin rewşa me wek ya wan bibe.”

Ji aliyê xwe ve Rêveberê zanîngehê D. Kemal Besrawî ji K24ê re got: “Îsal ji salên bûrî cuda bû, ji ber ku êrîşên Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li ser herêmê, astengî zêde ji me re çê kirin. Mamosteyên zanîngeh her hin ji derekê bûn, ji Minbic, Sirîn, Serê Kaniyê, Girê Sipî Reqayê bûn, lê hin wan nekarin bên, lê me karî mamoste amade bikirina”

Zanîngeha Kobaniyê ji 3 salan ve hatiye vekirin û hejmara xwendekarên wê di sala xwe yê sêyemîn de gihîştiye nêzî 200 xwendekarî.