Ehmed Kobanî bi derfetên kêm parçeyên otombîlan dirust dike

Ehmed Mihemend Şêxo karsazekî ji bajarê Kobanê ye, ji berî 2 salan ve ev kargeha xwe yê biçûk di taxa pîşesaziyê de vekiriye.
kurdistan24.net

 

K24 – Kobanê

Li bajarê Kobanê ciwanekî kergeheke biçûk bo dirustkirina parçeyên otombîlan û alavên çandiniyê ava kiriye û pêdeviyên deverê yên bazaran peyda nabin durist dike.

Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê, tevahiyê rê di navbera bajarên Sûrî de hatin birîn an jî çûnûhatin dijwar bû, bi taybet di navbera bajarên Rojavayê Kurdistanê û yên Sûrî yên mezin de, gelek cure ji kar hatin afrandin ta ku pêdeviyên deverê bên paydakirin, ji wan karan jî, dirustkirina parçeyên otombîlan.

Ehmed Mihemend Şêxo karsazekî ji bajarê Kobanê ye, ji berî 2 salan ve ev kargeha xwe yê biçûk di taxa pîşesaziyê de vekiriye û bi alavên xwe yê normal wek remil û agir, başmayên parçeyên hesinên otombîlan dihilîne û ji nû ve çêdike.

Emedê temen 32 salî ku ji hayema 15 salan ve vî karî dike û li kargehên Helebê yên mazin fêrî vî karî bûye. Ehmed hêvî dike ku rojek bê û li deverên Rojavayê Kurdistanê kargehên mezin bên vakirin û hukumeta deverê jî destek bide karsazan, ta ku dever bi xwe pêdeveyên xwe payda bike û derfetên kar zêde bibe.