Bi hatina meha Remezanê re buhabûn li Qamişlo çê bû

Di roja yekem a meha Remezanê de, xelkên bajarê Qamişlo gazinan ji buhabûna nirxê keresteyan dikin. Firoşker jî ji aliyê xwe tekeziyê li ser buhabûna keresteyan dikin û dibêjin, ev yek di destê bazirganan de ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Di roja yekem a meha Remezanê de, xelkên bajarê Qamişlo gazinan ji buhabûna nirxê keresteyan dikin. Firoşker jî ji aliyê xwe tekeziyê li ser buhabûna keresteyan dikin û dibêjin, ev yek di destê bazirganan de ye.

Di rojeke taybet ji her hefteyê de, bazar li taxên Bajarê Qamişlo tên vekirin. Ev bazara roja Duşemê ye li taxa Kornîş, bazarên bi vî rengî bi nirxên xwe yên kêmtir ji ji bazarên mezin tên naskirin, herwiha her keresteyên jiyanê tê de peyda dibin. Lê bi hatina meha Remezanê nirxê piraniya keresteyan ji mêwe û şînkayî buha bûye û ev yek nerazîbûnekê li cem welatiyan peyda dike.

Buhabûna nirxê Dolar li beramberî Lîreya Sûrî, bandoreke mezin li ser hemû aliyên jiyana welatiyan kiriye, nemaze li ser nirxê meywe û şînkayîyê, di demekê de ku kirîn û firotana li bazarên meywe û şînkayîyê bi tenê bi Lîreya Sûrî ye.