Aldar Xelîl: Amerîka û Hevpeymanan danûstandinên bi Tirkiyê re anîne rojevê

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand, bi navbênkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, eger e danûstandinên wan bi Tirkiyê re çê bibin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl ragihand, bi navbênkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî, eger e danûstandinên wan bi Tirkiyê re çê bibin.

Aldar Xelîl li ser Konferansa Navdewletî ya derbarê de DAIŞê ji K24ê re ragihand, DAIŞ ji aliyê leşkerî ve têk çû, lê hîna bandora wê li ser beşek ji civakê heye û hizra wê jî maye. Herwiha şaneyên wê yên razî jî hene û metirsî heye ku careke din xwe birêxistin bike. Armanca vê konferasê jî ew e, ji aliyê dîrokî, siyasî û hemû aliyan de rastiya DAIŞê were nasîn.

Amaje bi wê yekê kir, bi hezaran çekdar û malbatên DAIŞê di zîndana û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne, ev jî barek e li ser Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêwîst e li ser asta cîhanî jî welatên ku ev çekdar jê ne bi berpirsatiya xwe rabin û endamên xwe werbigirin. Yan ew welat welatiyên xwe werbigirin, yan jî dadgeheke navdewletî li vê herêmê bê avakirin.

Li ser mayîna hêzên Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê Aldar Xelîl got: Li gor nakokiyên li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê hene, Amerîka zû bi zû ji Rojhilata Navîn dernakeve. 

Derbarê egerên danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Tirkiyê de, Aldar Xelîl diyar kir jî, ji ber hilbijartinên Tirkiyê, hin mijar hatibûn paşxistin, piştî hilbijartinan Nûnerê Serokê Amerîka James Jeffery û Hevpeymaniya Navdewletî rojeva danûstandinan anîne rojevê, lê ta niha ti danûstandinên rasterast nehatine kirin.

Herwiha got: Pêwendiyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî bi Tirkiyê re hene. Derdê me jî ew e, em van destkeftiyên xwe biparêzin, û hewl didin gef û metirsiyên li ser herêmên me çê dibin nemînin. Heger Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî xwedî rokele erênî bin, em dikarin van mijaran guftûgo bikin.

Derbarê nêzîkbûna TEV-DEM/PYD û ENKSê de Aldar Xelîl got: Em naxwazin Kurd perçe bibin û destkeftên li Rojavayê Kurdistanê çê bûne, destkeftên tevahiya gelê Kurd e. Ti pirsgirêk ji aliyê me tune be, zemîneke demokratîk û derfeta her aliyek xebata xwe bike û tevlî hilbijartinan bibe heye. Em pirs dikin, çima ENKS nivîsgehên xwe li Rojava venake û xebata xwe di nava gel de nake? Kê ji wan re asteng derxistine? Divê ENKS vê destkeftiyê ji xwe re derfet bibîne û li şûna li li derve ye, divê ENKS di nava gelê xwe de be.  

 

S. B