Xelkê Kobanê: Çarenivîsa me ne diyar e
K24 – Navenda Nûçeyan
Tevî ku jiyana asayî vegeriye bajarê Kobanê û liv û tevgera bazaran heye, lê hîna çarenivîsa bajêr ne diyar e û di rûyê xelkê Kobanê de hîn metirsî heye, bi taybet ku hêzên Amerîkî ji bajêr vekişiyane, sibe 22ê Cotmehê rêkeftina agirbestê bidawî dibe û helwesta Rûsyayê jî ne zelal e. Niştecihên bajêr dibêjin, hîna nîgeranî û metirsî heye, nayê zanîn dê sibe çi rû bide, ji ber ku çarenivîsa me ketiye destê welatên cîhanê.