Mezlûm Ebdî: DAIŞ bi temamî hat jinavbirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro li Baxozê di rêwresmekê de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro li Baxozê di rêwresmekê de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand.

Di destpêka rêwresmê de Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno ragihand, bi qurbanîdana bi hezaran şehîd û azayetiya şervanan û piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî me karî xîlafeta DAIŞ a teroristî jinav bibin.

Piştre Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî di merasîmê de bi nûneratiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand, îro ew rêxistina xwe bi navê xîlafeta Îslamî xwe ragihandibû, bi temamî hat jinavbirin û kontrola wê li ser Baxozê nema.

Mezlûm Ebdî got, piştî me karî şerê Qaide di salên 2013 û 2013an bikin û jinav bibin, di sala 2014an de rûbirûyî rêxistena DAIŞê ya terorî ya her hovane bibin û berxwedana Kobanê sembola bexwedana cîhanî li dijî terorê bû. Piştî şerê 5 salan, niha serkeftina li ser DAIŞê radigihînin.

Got jî, di şerê li dijî Qaîde û DAIŞê de, me karî jiyana zêdetir ji 5 milyon kes li Bakur û Rojavayê Sûriyê û deverine din ên Sûriyê ji gefa wan rêxistinên terorê biparêzin.

Herwiha diyar kir: Ev serkeftina di şerê li dijî DAIŞê de zêdetir 11 hezar şervan û fermandarên HSDê şehîd bûn û zêdetir 21 hezar şervanan jî birîndar bûn. Rêz ji giyanê şehîdan re û hêviya saxiya bilez ji birîndaran re dixwazin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî got: Spasiya hemû aliyên ku hevkariya me di rûbirûbûna teroristan de kirine dikin, ji wan jî Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê.

 

 

S. B