Seydo Çeto: Divê PKK ji Şingalê derkeve

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto radigihîne, PKK li Şingalê hêzeke biyanî ye û daxwaz dikin PKK ji navçê derkeve.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto radigihîne, PKK li Şingalê hêzeke biyanî ye û daxwaz dikin PKK ji navçê derkeve.

Serokê Encûmena Parêzgeha Neynewa Seydo Çeto di çarçova beşdariya di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand, daxwaz ji Bexdayê dikin, pirsgirêka mana hêzên PKKê li Şingalê çareser bike, ji ber ku ta niha Bexda mûçeyên hêzên PKKê li Şingalê dide.

Diyar kir jî, PKK di bin çandîn navan de li navçê kar dike wek YBŞ, HPŞ, Hêza Parastina Gel û Hêza Parastina Şingalê û Hêza Parastina Keça Şingalê, lê PKK hêzeke biyanî ye û pêwîste ji Şingalê derkeve û tenê xelkê Şingalê ji xelkê wê re bihêle.

 

 

S. B