Li Efrînê jî çiya û darên zeytûnê tên şewitandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Zincîreya şewitandina darên zeytûnê, daristan û çiyayên Efrînê berdewam e, ji duhî ve jî agir bi dar û çiyayên gundên Bedîna û Dumiliya yên navçeya Reco ketiye û ta niha jî berdewam e.
Rêxistina Mafên Mirovan di raportekê de belav kir, ji duhî ve agir bi darên zeytûnê û çiyayên gundên Bedîna û Dumiliya ketiye û hejmareke mezin ji daran tên şewitandin.
Wê rêxistinê da zanîn jî, ew navçe jî di bin kontrola grûpa bi navê “Lîwaya 112” a bi ser hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûriyê ve ye.
Ji Havîna sala bûrî ve, çekdaran agir bi zêdetir 40 cih, çiya û daristanên Efrînê xistine û beşek mezin ji darên zeytûnê û darên din şewitandibûn. Artêşa Tirkiyê ti hewldan ji bo vemirandina wan agiran nake û tenê bi hewla welatiyên sivîl tên vemirandin.
Herwiha çalakvanên Efrînê grûpên çekdar ên di bin fermana artêşa Tirkiyê de kar dikin bi pêxistina agir tometbar dikin û dibêjin, grûpên çekdar şerekî aborî jî li dijî sivîlên Efrînê dike, ta xelkê Efrînê neçar bibe ji ser xaka xwe koçber bibe.
S. B